Endamê BMG'ê Gurz: Armanca me polîtîkayeke navenda wê kuçe û têkoşîn e 2022-01-13 09:04:09 STENBOL - Endamê Koordînasyona Navendî ya BMG'ê Mahîr Gurz, diyar kir ku dê BMG li hemû qadan bendan deyne ber krîz û êrişên îqtidarê û got: "Armanca me, em polîtîkayeke navenda wê kuçe û têkoşîn be pêk bînin."    Hêzên Têkoşîna Yekbûyî (BMG), kampanyaya xwe ya bi dirûşmeya "Ger em li dijî gendelî û betaliyê bibin yek em ê bi ser bikevin" dabû destpêkirin û 3 mehan li ser hev li dar xist, çend roj berê li Navenda Çandê ya Hasan Alî Yucel a li Kartalê bi forûmeke gel bi dawî kir. Pêkhateyên BMG'ê di çarçoveya vê kampanyayê de gelek çalakî li dar xistibûn.    Endamê Koordînasyona Navendî ya BMG'ê Mahîr Gurz, têkildarî xebatên ku dê ji niha û pê ve bikin axivî.    TÊKOŞÎNEK ŞOREŞGER   Gurz, diyar kir ku pêvajoya siyasî ya heyî ji hêla kedkaran ve di perspektîfa têkoşîna şoreşger de nirxandine. Gurz, anî ziman ku kampanyaya xwe ya ji bo 3 mehan jî di vê çarçoveyê de li dar xistine. Gurz, destnîşan kir ku îqtidara krîza prialî li kedkaran bar dike û got: "Me bi vê kampanyaya xwe hewl de em mudaxileyî vê krîza piralî bikin û wê teşhîr bikin. Di serî de li Stenbolê, me li gelek deverên ku me xwe lê birêxistin kiriye çalakiyên cur bi cur li dar xistin. Çendî tam ne bi dilê me be jî, lê ji bo avakirina xeteke têkoşînê pêvajoyek girîng bû ji bo me."    ‘DÊ BMG BIBE BEND'   Gurz, bal kişand ser êrişên li ser muxalefeta civakî û siyasî û li dijî vê girîngiya têkoşîna yekbûyî. Gurz, destnîşan kir ku di vê çarçoveyê de êrişên li ser HDP'ê bênavber didomin û armanca van êrişan jî astengkirina muxalefeta civakî ye ku danekeve kuçeyan. Gurz got: "Serdest ji bo xwe ji krîzên xwe xelas bikin di serî de kurd êrişê dibin ser tevahiya muxalefeta civakî. Ji darazê bigire heya bûrjûvayê, hemû mekanîzma bûne kûkleyên îqtidarê. Em bi her awayî bi pêvajoyeke bêhiqûqî re rû bi rû ne. BMG, dê tam li dijî van êrişan, bi perspektîfeke têkoşîna rewa ya antîfaşîst, antîkapîtalîst li hemû qadan bibe bend."    GIRTÎGEH   Gurz, destnîşan kir ku girtîgeh jî di hedefa îqtidarê de ne û jixwe ji roja roj de ji bo bêdengkirin û tepisandina muxalefeta civakî pêşî berê xwe didin girtîgehan. Gurz got: "Îqtidar li gor polîtîkayên xwe yên stratejk ên heyama nû tevdigere. Ji bo tevahiya civaê bitepisîne, êrişan dibe ser girtîgehan. Qetilkirina şoreşgerên di girtîgehan de nîşan dide ku îqtidara siyasî bi perspektîfa tolhilgirtinê tevdigere. Em wisa difikirin ku di pêş de dê ev êriş zêdetir bibin. Lewma em bang li her kesî dikin ku li dijî van êrişan hesas bin. Ji bo vê tenê ne wxedîderketine wijdanî, xwedîderketineke polîtîk jî divê."    KUÇE Û TÊKOŞÎN   Gurz, destnîşan kir ku dê li gor mîsyona damezrîner a BMG'ê tevbigerin û li dijî îqtidara AKP-MHP'ê bitêkoşin. Gurz, anî ziman ku serdest li hemberî dînamîkên civakî hiqûqa dijminatiyê pêk tînin û ger "bibin yek" dê karibin van êrişan pûç bikin.    Gurz ji bo pêvajoya nû ev tişt gotin: "Dê ji niha û pê ve jî eta sereke yya BMG'ê ev be. Armanca me, em polîtîkayeke navenda wê kuçe û têkoşîn be pêk bînin. Ji lew re dê ev krîza prialî di rojên pêş de kûrtir bibe."    BANGAWAZÎ   Gurz, di dawiya axaftina xwe de bang li hemû karker û kedkaran û tevahiya gel kir ku li dijî polîtîkayên rûxîner ên îqtidarê bi perspektîfeke şoreşger tevbigerin û di bin banê BMG'ê xwe birêxistin bikin û têkoşîna civakî bilind bikin.    MA / Kadîr Guney