Berpirsê çapemeniyê yê QSD'ê: Em dixwazin dagirkeriyê biqedînin, aramiya herêmê zêde bikin 2022-01-13 09:04:13 RIHA - Berpirsê Navenda Çapemeniyê ya QSD'ê Ferhad Şamî, destnîşan kir ku di 7'emîn salvegera azadkirina Kobanê de êriş zêde bûne û got: "3 armancên me yên bingehîn hene; bidawîkirina dagirkeriyê, tunekirina DAIŞ'ê û zêdekirina aramiya herêmê."  Êrişên Tirkiyeyê û hêzên ku Tirkiye piştgiriya wan dike yên li hember Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê zêde dibin. Di 20 rojên dawî de, di êrişên hewayî û bejahiyî de zarok û jin jî di nav de 13 sivîl jiyana xwe ji dest dan û gelek kes jî birîndar bûn. Di 8'ê Çileyê de gundê Elîşar, Til Hacib, Qeremox, Xanî, Serzûrî û Gultepe yên Kobaniyê hatin bombebarankirin û di vê bombebaranê de kesek jiyana xwe ji dest da û 12 kes jî birîndar bûn. Hêjayî gotinê ye ku ev êriş di 7'emîn salvegera azadkirina Kobaniyê de pêk hatin.    Berpirsê Navenda Çapemeniyê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) Ferhad Şamî, êrişên li ser Kobanê û bêdengiya dewletên garantor ên li herêmê ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re nirxand.      ÊRIŞÊN DAIŞÊ Û TIRKIYEYÊ   Şamî, diyar kir ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê sala 2021'm bi êrişan û li dijî êrişan bi berxwedanê derbas bûye û ji bo têkoşîna wan salek girîng bûye. Şamî, destnîşan kir ku êrişên ji çar aliyan ve hatine kirin nikaribûne pêşî li ber berxwedanê bigirin û got: "Saleke ku li dijî DAIŞ'ê bi sedan operasyon hatin çêkirin. Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo tevahiya cîhanê çepereke girîng e. Ger Rêvebiriya xweser li dijî DAIŞ'ê û çeteyên din şer neke, dê ev yek ji bo her kesî bibe cihê rewşeke nebaş. Her kesî bala xwe daye vê herêmê û rêzê nîşanî têkoşîna gelan dide. Ji xeynî DAIŞ'ê hêza din a êrişî herêmê de jî Tirkiye ye. Paralelî êrişên DAIŞ'ê, êrişên Tirkiyeyê jî zêde bûn. Ev ne tiştekî tesadufî ye. Di seranserê 2021'ê de, di serî de Kobanê êriş anîn ser gelek deverên herêmê. Ev wekî xelekekê, di seranserê salê de dewam kirin. Lê gelên herêmê jî li dijî êrişên DAIŞ û Tirkiyeyê, ji bo aştiyeke mayinde di bin banê QSD'ê de têkoşîna xwe mezin kirin. Gava em li bîlançoya xwe ya 2021'ê mêze dikin, em dibînin ku berxwedaneke pir balkêş hatiye kirin."    ‘ARMANCA ÊRIŞAN ÇAVTIRSANDINA GELAN E'   Şamî, diyar kir ku êrişên ku di Kanûna 2021'ê de li hemberî Til Temir, Zirgan û Kobanê hatind estpêkirin hê jî didomin û got: "Li gelek herêman, êrişine bi rêbazên cuda tên kirin. Li herêmê xebatên sîxurtiyê tên kirin. Piraniya êrişên tên kirin ne li hemberî hêzên çekdar in, li hemberî gelên sivîl in. Mirovên berbiçav ên herêmê hedef hatin girtin. Armanca êrişan çavtirsandina gel e. Dixwazin bi vî awayî gel piştgiriyê nede Rêvebiriya Xweser. Êrişên li Til Temir û Zirganê hatin kirin, ne êrişne ji rêzê ne. Li wir welatiyên ermen, asûrî, xirîstiyan hene. DAIŞ'ê jî ermenî, êzidî kuştin. Niha heman rêbazê pêk tînin ûd ixwazin gel koç bike. Gava Rêvebiriya Xweser ev herêm ji dagirkeriyê xelas kirin, gelek kes vegeriyan. Lê niha dixwazin cardin wan ji malên wan derxînin. Ger ji wan bê dê komkujiyên mezin bikin."    ‘JI CIWANAN DITIRSIN'   Şamî, bibîr xist ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji 20'ê Mijdara 2021'ê ve 13 sivîl di êrişên hewayî de jiyana xwe ji dest dane û bi dehan kes jî birîndar bûne. Şamî, destnîşan kir ku lê 20 rojên dawî êrişên li hemberî herêmê pir zêde bûne û got: "Li Kobanê ciwanên endamên TEVDEM'ê hedef hatin girtin. 5 ciwan jiyana xwe ji dest dan. Hîmê Rêvebiriya Xweser xwe disipêre ciwanan. Ji ber vê êrişî wan dikin. Tenê ji QSD'ê natirsin, ji ciwan û jinan jî ditirsin. Kî xwe birêxistin kiribe; zarok, ciwan, jin dixwazî bila çke bi wan re hebin an jî tune bin, ferq nake hemûyan hedef digirin. Ji lew re kesên rêxistinkirî tu carî serî natewînin. Ji ber ku ji vê ditirsin, êriş dikin."    ‘AZADIYA KOBANÊ BÛ KABÛSÊ WAN'   Şamî, bibîr xist ku êrişên DAIŞ'ê yên di 2014'an de li hemberî Kobanê detspêkirin di 27'ê Çileya 2015'an de hatine berterfkirin. Şamî, destnîşan kir ku lewma êrişên di 7'emîn salvegera azadkirina Kobanê de tên kirin ne tesadufî ne. Şamî got: "Kobanê, astengiyek mezin bû ji bo pêkanîna projeyên wan. 7 sal berê DAIŞ'ê ceriband, lê bi ser neket. Niha jî Tirkiye hewl dide bi ser bikeve. BErterefkirina DAIŞ'ê bi taybetî bû kabûsê Tayyip Erdogan. Xeyala wî ew bû ku Kobanê bikeve û têkeve destê DAIŞ'ê. Lê hemû çeteyên êrişî herêmê kirin hatin berterefkirin. Tirkiye jî bêçare ma û ji vê carê hêzên xwe bera herêmê da û xwest herêmê dagir bike."    ŞERÊ DERÛNÎ   Şamî, destnîşan kir ku dê êrişên li hemberî Kobanê bi ser nekevin û got: "Hemû gel di warê eskerî, aborî û siyasî de pêşeroja xwe di Rêvebiriya XWeser de dibînin. Berxwedana gelê Kobanê qîrîna 'em ê xwe radestî tarîtiyê nekin' bû. Ne ji KObanê bûna, niha ev der hemû ektibûn destê DAIŞ'ê. PIştî ragihandina Rêvebiriya XWeser, şerê derûnî dan detspêkirin. Ji bo gelê herêmê xwe ji Rêvebiriya Xweser dûr bixe çi ji destê wan hat kirin. Ewilî xwestin di warê aborî de gel muhtacî xwe bikin. Lê negihaştin emxseda xwe. Vê carê jî bi îstixbaratê ceribandin. Di demên dawî de di çapemeniyêde gelek nûçeyên derew parve dikin. Dibêjin, 'me di du rojan de ev qas terorîst kuştin', 'êriş çêbûn em bersiv da 'filan bêvan. Em jî bi raya giştî re parve dikin ku ev ne rast in. Nûçeyên vê dawiyê tên çêkirin hemû derew in. Armanca wan ew e ku bi vî awayî gel çavtirsandî bikin. Armancek din jî ber dilê netewperestên faşit ên tirk xweş bikin. Her wiha bi van nûçeyan dixwazin ji hêzên garantor ên li herêmê re bibêjin 'QSD êrişî me dike û bi vî awayî ser dagirkeriyê xwe bigirin."    GARANTOR BÊDENG IN   Şamî, bal kişand ser bêdengiya dewletên garantor ên li herêmê jî û got: "Gava em li van hêzan mêze dikin em dibînin ku yên berbiçav Rûsya, Îran, Tirkiye û koalîsyona navneteweyî ye. Tirkiyeya dagirker xwe li Îdlîbê wekî gantor dihesibîne. Lê hêzên navnetewyî ji ber berjewendiyên xwe deng ji xwe naynin. Li Bakur û Rjhilatê Sûriyeyê jî Amerîka û Rûsya hene. Xwe wekî garantor lanse kirin. Ger welatên garantor rola xwe bilîzin, xwedî cihekî girîng in. Lê divê ev hêz ne li gel dagirkeran bin, divê gelê herêmê biparêzin. Di demên dawî de êdî Tirkiyeya dagirker guh li van hêzên garantor nake. Êrişên xwe li ber çavên wan dike. Çendî garantor bi devkî dibêjin dixwazin pêşî li ber van êrişan bigirin jî, lê di pratîkê de hê gavek neavêtine. Peywira garantoran ew e ku ewlehiya gelên herêmê pêk bînin."    ‘EM Ê GELÊ XWE BIPARÊZIN'   Şamî, detsnîşan kir ku heya niha yê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê diparêze QSD ye û di dawiya axaftina xwe de ev tişt gotin: "Em ê wekî sala 2021'ê, di sala 2022'yan de jî şert û merc çid ibin bila bibin, gelê xwe biparêzin. Peywira me parastina gel e. Em zarokên vî gelî ne. Kes ji derve nayê me naparêze. Divê em xwe bi xwe xwe biparêzin. 3 armancên me yên bingehîn hene; bidawîkirina dagirkeriyê, tunekirina DAIŞ'ê û zêdekirina aramiya herêmê. Armanca me, em dixwazin gel xwe bi xwe xwe bi rê ve bibe."