AKP'ê li Farqînê di mizgeftan de siyaset dike 2022-01-13 10:55:38 NAVENDA NÛÇEYAN - Sûna Kepolû Ataman a AKP'î ku beriya niha ji bo hatine Erdogan bi derfetên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê li gundê xwe pîsta helîkopterê çêkiribû, li Farqînê di mizgeftan de bi gel re hat gel hev û propagandaya partiya xwe kir.  Li navçeya Farqînê ya Amedê, AKP'ê mizgeftan ji bo xebatên siyasî bi kar tîne. Endama MKYK'a Baskê Jinan a Navenda Giştî ya AKP'ê Sûna Kepolû Ataman ku beriya niha ji bo hatine Erdogan bi derfetên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê li gundê xwe pîsta helîkopterê çêkiribû, li navçeyê serdana gundê Malabadê kir û jinên gund li mizgefta gund kom kir. Kepolû, li mizgeftê ji jinan re propagandaya partiya xwe kir û vê serdana xwe bi çend wêneyan li ser hesabên xwe yên medya sanal parve kir.    Di parvekirineke xwe de Kepolû van hesabên rayedarên AKP'ê @aysekesir, @erkankandemir û rêxistinên AKP'ê @AKKADINGM, @AkPartiDbakir etîket kiriye û ev şîrove kiriye "#Li taxa me ya Malabadî em bi hevalên xwe yên jin re hatin gelhev. Me li ser daxwaz û bendewariyên wan sohbet kir. Em ê pêşeroja zarok û malbatên xwe tev bi hev re ava bikin."   Di parvekirineke xwe ya din de jî Kepolû wêneyek li mizgeftê ku li ser ev nivîs nivisandinbû "Sedema hêviya me jinên me yên bimelesên spî ku dilê wan ê mîna berfê spî ye" parve kiriye.