Girtiyê nexweş li nexweşxaneyê enfeksiyon girtiye 2022-01-13 11:14:33 STENBOL - Hat zanîn ku Yaşar Înce yê li Girtîgeha Tekîrdagê girtî ye ji bo tedawiyê çûye nexweşxaneyê û binguhkê wî enfeksiyong  girtiye.    Yaşar Înce yê ji sala 2006’an ve girtî ye û cezayê heta hetayê yê girankirî lê hatiye birîn nexweş e. Ew li Girtîgeha Tekîrdaghê ya Tîpa F’yê tê ragirtin û rewşa wî ber bi nebaşyê ve diçe. Nexweşîna gurcikê, dil, li ewr girtiye ser çavê wî, vertîgo, rîska penceşêra lenf, hetatît B, fitiqa piştê, li ser bezên tiroid nodul û îltîhaba kezebê pê re hene. Ji ber li nexweşxaneyek baş nayê dermankirin rewşa wî girantir dibe. Bi mehan li benda raporên nexweşxaneyê sekinî ye.    Komîsyona Girtîgehan a Komeleya Mafê Mirovan a Şaxa Stenbolê di çalakiyên “Rûniştina F” de gelek caran bal kişandibû ser rewşa Înce û xwestibû were tedawîkirin.    MEHEK Û NÎVE LI RIYA NEXWEŞXANEYÊ DIÇE Û TÊ    Înce ji bo tedawiya xwe mehek û nîv e diçe nexweşxaneyê û tê û niha ew di hucreya yek kesî de tê ragirtin. Şeş meh berê Nexweşxaneya Bajêr a Tekîrdagê roj dabûyê. Lê dîsa jî baş nayê tedawîkirin.    ENFEKSIYON GIRTIYE    Vasiyê Înce, Erhan Çita derbarê rewşa Înce de axivî û destnîşan kir ku bi rojan e wî dibin nexweşxaneyê û tînin. Erhan Çita anî ziman ku li Nexweşxaneya Bajêr a Tekîrdagê di muayeneya Înce de derketiye holê ku binguhkê wî enkeksiyon girtiye û vê enfeksiyonê jî li nexweşxaneyê girtiye. Çita anî ziman ku gelek nexweşînên Înce hene û dilê wî hatiye wê astê ku êdî bisekine. Çita got mafê tedawiyê û tenduristiyê yê Înce tê desteserkirin. Çita da zanîn ku heke tiştek were serê Înce berpirsiyar dewlet e.