Penaber tevî hewa sar jî kom bi kom sînor derbas dikin 2022-01-13 11:49:44 WAN - Koça bi sedan penaberên ji Efxanistanê ku kom bi kom direvin tên tevî hewa sar jî derbasî aliyê Tirkiyê dibin.  Amerîka ji Efxanistanê paş ve vekişiyabû û rêveberiya welat ketibû destê hêzên Talîbanê. Piştî vê yekê welatiyên Efxanistanê ketin ser rêya û ji welatê xwe direvin. Ev koçber bi ser Îranê re derbasî bajarên wek Wanê, Tetwan, Amed, Enqereyê û Stenbolê dibin da ku ji vir jî derbasî Ewropayê bibin. Gelek penaberan li ser vê rêya dûr û dirêj jiyana xwe ji dest didin.    HATINA KOÇBERAN DIDOME    Tevî demsal zivistan e û hewa sar heye jî koça efxanistiyan berdewam dike. Gelek penaber bi talûkeya ku biqerisin re rûbirû dimînin. Çend roj berê li navçeya Qeleqeliya Wanê jinek penaber ji bo zarokên wê neqerisin, cilên xwe li wan kiribû û ev jin qerisîbû û jiyana xwe ji dest dabû. Du zarokên wê ji aliyê gundiyan ve hatibûn rizgarkirin.    BI VÎDEOYÊ REKLAMÊ DIKIN   Vîdeoyek ku qaçaxvanên însanan ka çawa penaberan tînin ser sînor û bi zehmetiyan re rûbirû dimînin derket holê. Du dîmenên ku tê texmînkirin ku ya di meha kanûnê an jî meha çile de hatiye girtin, penaberên tînin Tirkiyê ji hûrguliyên heta ku ka çawa li dolmîşan siwar dikin têde cih digirin. Bi vê vîdeoyê hem reklam tê kirin hem jî însan pê tên xapandin.