Emîne Şenyaşar: Bila Fadilê min berdin 2022-01-13 12:37:51   RIHA – Emîne Şenyaşar li gel ku nexweş e jî têkoşîna xwe ya edaletê didomîne û xwest lawê wê yê girtî Fadil Şenyaşar were berdan.    Nobeda Edaletê ya Malbata Şenyaşar di roja 311’emîn de li ber Edliyeya Rihayê berdewam dike. Emîne Şenyaşar û lawê xwe Ferît Şenyaşar vê sibehê jî ji navçeya Pirsûsê hatin ber edliyê û dest bi nobedê kirin.    ‘ROJA EZ NAYÊM JÎ HIŞÊ MIN LI SER NOBEDÊ YE’    Emîne Şenyaşar a ku ji ber nexweşînên xwe du rojan nehat çalakiyê îro hat û diyar kir ku nobeda wan di  in zilmê de dewam dike. Emîne Şenyaşar xwest ku lawê Fadil ê 3 sal û 7 meh in li Xarpêtê girtî ye bila were berdanê û heta ew neyê berdan dê nobeda wan bidome. Emîne Şenyaşar da zanîn ku wan sê demsal li pey xwe hiştiye û heta niha ji bo daxwaza wan gavek nehatiye avêtin û ew nexweş e jî lê dîsa ji bo edaletê têdikoşe û beriya ew bimire dixwaze lawê were berdanê. Emîne Şenyaşar got edalet nemaye û bang li dozger û dadgeran kir ku temaşevan nemînin. Şenyaşar anî ziman ku rojên ew ji ber nexweşîna xwe nikare were nobedê jî her tim lawê xwe Ferît ku nobedê digire difikire û her tim hişê wê li ser nobedê ye û îro jî ew nexweş bûye lê dîsa jî hatiye nobedê.    ‘DEMA BEHSA ME DIBE XWE DIXIN ŞÛNA MIRIYAN’    Malbatê li ser hesabê xwe yê medya dîjîtal jî vê peyamê parve kir: “Dema li Meclîsê behsa têkoşîna me ya edaletê tê kirin, palamenterên AKP’ê li Meclîsê xwe dixin şûna miriyan. Çima ji AKP’ê parlamenterek ranabe û îtîrazî vê yekê nake.”