Baroya Amedê wê giliya dozgerê ku şahidan areste kiriye bike 2022-01-14 14:48:55   AMED - Serokê Baroya Amedê Nahît Eren, diyar kir ku wê HSK'ê giliya dozgerê derketibû holê şahidan areste kiriye bikin.    Serokê Baroya Amedê Nahît Eren, duh êvarê tevlî bernameya "Amed'ten Bakiş" a Medya Haber bû û derbarê 4 doza cînayeta Tahîr Elçî de axivî. Eren, destnîşan kir ku cînayeta Elçî li pêşberî qamerayan li ber çavê herkesî pêk hatiye û ew cînayetê weke "sûîqestê" pênase dikin. Eren, diyar kir ku nameya Denîz Ataş nivîsandibû û têde agahî dabû ku doza cînayeta Elçî ji aliyê dozger Kenan Karaca ve hatiye arestekirin di meha îlonê ya 2021'an de ji wan re şandiye. Eren, da zanîn ku wê li Lijneya Dozger û Dadgeran (HSK) giliya dozger Karaca bikin.