Nivîskar Çelîk: Navnîşana çareserkirina pirsgirêkan Ocalan e 2022-01-15 09:08:43 STENBOL - Nivîskar Mûkaddes Erdogdû Çelîk, destnîşan kir ku navnîşana yekemîn a çareserkirina pirsgirêk, nakokî û pevçûnan Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan e.  Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, 23 sal in di Girtîgeha Îmralî ya Tîpa F'yê de bi awayekî giran tê tecrîdkirin. 9 meh in tu xeber ji Ocalan nayê girtin. Serlêdanên malbatê û parêzeran ên ji bo hevdîtinê jî nayên bersivandin.   Nivîskar Mûkkades Erdogdû Çelîk, tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan nirxand û diyar kir ku dê bi dijminatiya bi kurdan re demokrasî neyê Tirkiyeyê.    ENCAMÊN TECRÎDÊ   Çelîk, destnîşan kir ku civak bi encamên herî giran ên tecrîda Îmraliyê re rû bi rû ye û got: "Girtîgeh bi awayekî taybet hatin avakirin. Girtîgehên tîpa F û tîpa T ên li Almanya, Îngîlter û Îtalyayê bi awayekî taybet hatin avakirin, li Tirkiyeyê jî hatin avakirin. Li wir mirovên tecrîdkiî bi awayekî dihatin kuştin. Îqtidarê di sala 1996'an de xwest bûyerên kuştinê pêk bîne. Lê bi berxwedana rojiyên mirinê yên wê çaxê, ev yek hat pûçkirin. Lê piştî Îmralî hat avakirin bi salekê, operasyonên girtîgehan ên 19'ê Kanûnê çêbûn. Niha em bi encamên herî giran ên tecrîda Îmraliyê re rû bi rû ne. Yanî piştî tecrîdkirina pêşengan, milîtanan dor hat tecrîdkirina girseyan."    GEL TÊ TECRÎDKIRIN   Çelîk, destnîşan kir ku bi tecrîda li Îmraliyê re tecrîdkirina civakê jî dest pê kiriye û bi vî awayî tê xwestin ku pêşî li ber liv û tevgera li kuçeyan a girseyan bê girtin. Çelîk, anî ziman ku li dijî rêbazên faşîst ên îqtidarê muxalefeteke civakî ya mezin heye û got: "Îqtidar hê jî ji bo domandina îqtidara xwe hewl dide muxalefeta civakî bitepisîne. Dema naziyan û dema niha li Tirkiyeyê rû dide pir dişibin hev du. Ji lew re her diçe tecrîd berbelavtir dibe."    ROLA DÎROKÎ YA ÎMRALIYÊ   Çelîk, destnîşan kir ku rola dîrokî ya tecrîda Îmraliyê û konsepta wê bi awayekî giştî weziyeteke şer e û li Tirkiyeyê her tim hêla tûj a şer meseleya kurdî ye. Çelîk, diyar kir ku qanûnên di dema berxwedana 1925'an a Şêx Saîd de hatin çêkirin û yên niha li têkildarî Îmraliyê hatine çêkirin li dor heman armancê ne û got: "Wê demê jî ji bo tepisandina girseyan pêşî çapemeniyê bêdeng kirin. Paşê li hemberî komunîstan operasyon çêkirin. Ev li Tirkiyeyê di hemû demên krîtîk de wisa ye. Cara ewil e tevgereke azadiyê ya kurd 40 sal in bi awayekî berbelav, modêrn veguheriye tevgere yekpare û demokratîk. Yanî tenê wekî tevgera gerîlayên li çiyê şer dikin nema. Lewma hêla tûj a zilmê, hêla tûj a şer li Îmraliyê tê pêkanîn. Ji lew re ji bo çareserkirina meseleya kurdî ya zêdetirî sed salan rê û rêbazek tê berpêşkirin."    Nivîskar Çelîk, destnîşan kir ku demokratîkbûyîna Tirkiyeyê girêdayî çareserkirina meseleya kurdî ye û ger ev mesele bê çareserkirin dê pêşî li ber Tirkiyeyê vebe.    Çelîk, bilêv kir ku şert û mercên tecrîdê yên Ocalan tê de ye, mînakeke pir îstisnayî ye û got: "Rewşa Nelsol Mandela jî wisa bû. Her du jî ji cihê ku lê girrtîbûn li hemberî siyaseta serdest û dagirker rêyên şer ê nû peyda kirin. Mandela jî ev tişt kir û Ocalan jî ev tişt kir. Gava mseya aştiyê hat qelabtin, ewilî dest bi tecrîdkirina Ocalan kirin. Yanî xitimandina rêya çareseriyê li wir dest pê kir."    NAVNÎŞAN OCALAN E   Çelîk, di berdewama axaftina xwe de got: "Ger bi ocalan re li maseyê rûnên, tişta dê çi bibe nîqaş dikin. Yanî bi vî awayî hêla madî ya vê meseleyê digirin. Lê navnîşana yekemîn a çareserkirina pirsgirêk, nakokî û pevçûnan Ocalan e.  Her wiha niha tenê ne Ocalan, di warê siyasî de HDP jî tê tecrîdkirin. Lê ew tecrîd tê şikandin, biq asî ku em dibînin. Muxalefeta bûrjûwayê jî baş dizane bêyî rayên HDP û bêyî piştgiriya wê dê nikaribe bimeşe. Ev bûmerangek e. Pergala wan ava kiriye, çekên ew bi kar tînin tê li wan dikeve."   DÊ CIVAK TECRÎDÊ BIŞIKÎNE   Çelîk, di dawiya axaftina xwe de destnîşan kir ku tecrîd li tevahiya civakê belav bûye û got: "Rakirina tecrîdê, dê bi xwedîderketina civakê ya li vê meseleyê rabe. Yanî dê civak bi xwe vê tecrîda li ser xwe rake."    MA / Esra Solîn Dal