5 sal in kurê xwe yê nexweş ê 28 sal in girtiye nedîtiye 2022-01-15 09:08:47 ŞIRNEX - Hatîce Yûsûfoglû, dayika girtiyên nexweş Ridvan Yûsûfoglû yê 28 sal in girtî ye, anî ziman ku her diçe rewşa kurê wê xirabtir dibe û xwest kurê wê yê ku 5 sal in ew nedîtiye bê berdan.  Ridvan Yûsûfoglû (44) di sala 1992'yan, di 16 saliya xwe de, li navçeya Sîlopiya ya Şirnexê tê binçavkirin û bi qasî mehekê di girtîgehê de dimîne. Pişt re di sala 1994'an de bi îdîaya "Xerakirina yekîtiya dewletê" tê girtin û cezayê muebedê lê tê birin. Yûsûfoglû, salekê di Girtîgeha Şirnexê ya Tîpa T de dimîne, pişt re sewqî Girtîgeha Tokatê tê kirin. Piştî salekê ji vir jî sewqï Girtîgeha Kurkçulerê ya Edeneyê û ji wir jî sewqî Girtîgeha Midyadê ya Mêrdînê tê kirin. Yûsûfoglû piştî 15 salin di girtîgeha Mîdyadê de sewqî Girtîgeha Amedê ya Tîpa T'yê tê kirin û piştî salekê ji vir jî sewqî Girtîgeha Panosê ya Agiriyê ya Tîpa L'yê tê kirin. Yûsûfoglû ku niha di Girtîgehan Panosê de ye, nexweşîna Ulseratîf Kolît (nexweşiyeke kronîk a di rûviyê stûr de ye) lê peyda dibe, lê ji ber ku li Agiriyê beşa Gastroenterolojî tuneye, nayê dermankirin. Yûsûfoglû, ji bo ku bê dermankirin, gelek ceran sewqa xwe ji bo girtîgehên Amed û Wanê xwestiye, lê ev daxwaza wî tim hatiye redkirin an jî nehatiye bersivandin. Ji ber vê rewşa Yûsûfoglû her diçe giran dibe.   Dayika wî Hatîce Yûsûfoglû ku 5 sal in kurê xwe nedîtiye, xwest kurê wê yê nexweş bê berdan.      5 SALIN KURÊ XWE NEDÎTIYE   Dayik Yûsûfoglû, anî ziman ku tenê daxwaziya wê ew e ku kurê xwe bibîne û got: "Ji ber ku ez bi xwe nexweş im nikarim biçim kurê xwe bibînim. Ev 5 salin min kurê xwe neditiye. Heger ew li cîhek nêzîk bûya, ez ê biçûma cem wî. Hema min ew 5 deqîqeyan jî bidîta besî min bû. Kurê min nexweş e. Mirovek nexweş nikare durî malbata xwe bimîne. Em êdî naxwazin ciwan bimirin, bên kuştin. Em edaletê dixwazin. Kurê min çend meh berê bi koronayê ket. Min pê nizanibû. 20 rojan di karantinayê de maye. Paşê derbas kiriye. Divê êdî dayik bigihên zarokên xwe. Dayik bi hesreta zarokên xwe dijîn. Mafê her mirovekî ji her ol, nijad û zimanî heye ku li vê dinyayê bijî. Divê her kes bi nasname û zimanê xwe bijî. Em hiqûq û edaletê dixwazin."   DIXWAZE KURÊ WÊ BÊ BERDAN   Yûsûfoglû da zanîn ku kurê wê di şert û mercên giran de li ber xwe dide û got: "Kurê min nayê dermankirin. Derman, salofalk, nayê dayîn. Dermanekî tesîra wê ji vî dermanî kêmtir, dermanê Osirek didin wî. Got, gava vî dermanî dixwe navêşî û nerihet dibe. Jixwe êdî vî dermanî jî nadinê. Kurê min di zarokatiya xwe de hat girtin, lê niha 44 salî ye. Piştî ku hat girtin nexweşî lê payda bûn. Gelek caran birin nexweşxaneyan, lê teşhîs nehat danîn. Paşê nexweşiya wî hat teşhîskirin. Ez dixwazim kurê min bê berdan. Wê baş bûya ku ew anîbûna cihekî nêzîk. Hema min kurê xwe 5 deqeyan jî bidîta, ez ê rehet bûbûma. "   MA / Zeynep Dûrgût