28 sal in li benda cenazeyê kurê xwe ye 2022-01-15 09:08:48 ŞIRNEX - Rewşen Karavîş a 97 salî, 28 sal in li benda cenazeyê kurê xwe ye. Karavîş, bi salan e bi wêneyê kurê xwe hewtiya xwe tîne û dibêje berî ku bimire dixwaze biçe ser gora kurê xwe.  Rewşen Karavîş, 28 sal in li benda cenazeyê kurê xwe Hiznî Karavîş (Egîd Mazlûm) e. Kurê wê Hiznî Karavîş, di sala 1987'an de li gundê Zorova yê Hezexê tevli PKK'ê dibe. Lê Karavîş piştî çend mehan vedigere malê. Karavîş, di sala 1988'an de cardin berê xwe dide nav refên PKK'ê û ji wê çaxê ve xeber jê nehatiye girtin. Tê gotin ku Karavîş, di 1994'an de di şerekî de jiyana xwe ji dest daye.    Dayika wî Rewşen Karavîş a 97 salî 28 sal in bi wêneyê kurê xwe yê ku berî biçe çiyê kişandiye hewtiya xwe tîne. Karavîş, anî ziman ku berî bimire dixwaze cenazeyê kurê xwe bibîne û hema carekê be jî biçe ser gora wî.      BI WÊNEYÊ WÎ HEWTIYA XWE TÎNE   Dayik Rewşen Karavîş, dema ku behsa kurê xwe dike hêsir ji çavên wê dibarin û dibêje: "Berê xweş bû. Me koçerî dikir. Roj nebû ku me kar nedikir. Em her tim li ser lingan bûn. Em qet nedisekînin, lê belê aramiya me hebû. Me pir zehmetî û rezaletî dît. Piştî ku hevjînê min jiyana xwe ji dest da, hemû barê malê ma li ser pişta min. Min di şert û mercên herî giran de zarokên xwe mezin kirin. Kurê min beriya ku here wêneyek kişandibû. Piştî ku ew çû, min ew wêne çarçove kir û li odeya xwe daleqand. Ev 28 sal in li wêneyê wî dinêrim û digirîm. Ez carina pir diqehirim û dibêjim ez ê vî wêneyê wî veşêrim. Lê pişt re destê min naçê ku rakim û dibêjim heya ez bimirim bila li vir be. Kurê min carekê tevlî bû, lê vegeriya. Em rojekê dema li hewşê radizan kurê min ji min re got, 'Yadê tu dizanî ez ê dîsa biçim.' Min ji wî re got, 'Çima?' Got, 'Wele ez ê dîsa biçim. Ez ê çawa li vir bimînim? Tu serê min jî jê bikî ez ê biçim.' Min jê re got, 'Hîznîyê min bide li ber xatirê xwedê vî tiştî neke û neçe. Tu guneh î.' Li min vegerîya û got, 'Ez ji yê çûne çêtir nînim.' Axaftina min û wî ev bû. Êdî min ew nedît û çû. Min nedixwest biçe. Lê wî pir dixwest û bi ya dilê xwe kir û çû."    BERÊ BIMIRE DIXWAZE BIÇE SER GORA KURÊ XWE   Karavîş, diyar dike ku kurê wê her tim ji xwe bawer bûye û tu carî serê xwe li ber neheqiyê netewandiye û dibêje: "Xwedê çû û êdî me ew nedît. Digotin cenazeyên wan danîne li ser hev û agir berdane cenazeyan. Xwedê heqê me ji wan re nehêle. Ez nizanim bê li ku jiyana xwe ji dest daye û cenazeyê wî li ku ye. Ev 28 sal in li benda cenazeyê kurê xwe me. Dema çû 20 salî bû. Di nav wan de mezin bû û bû xort. Kurê min di nav wan de fêrî jiyanê bû. Min zarokên xwe bi tena serê xwe mezin kirin. Zarokên min hê ku biçûk bûn bavê wan jiyana xwe ji dest da. Hiznî yê herî biçûk bû. Lê wêrekiya li gel wî, li gel kesekî  nebû. Ji ber ku zarokê min ê biçûk bû, min her tim mereq dikir. Her cara ku dengê derî dihat, min digot ew hat. Lê digotin piştî ku kuştine cenazeyê wî şewitandine. Ez niha 97 salî me. Hêviya min tune ye ku cenazeyê wî bibînim. Lê belê daxwaz dikim ku gorek kurê min jî hebe û hê ku nemîrime biçim ser gora wî."    MA / Zeynep Dûrgût