HDP wê sibê li Êlihê kongreyê li dar bixe 2022-01-15 12:21:47   ÊLIH - Rêxistina HDP’a Batmanê wê bi tevlîbûna Hevseroka xwe ya Giştî Pervîn Bûldanê sibê 4’emîn Kongreya xwe ya Asayî li dar bixe.    Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Êlihê, wê sibê 4’emîn Kongreya xwe ya Asayî li dar bixe. Kongreya ku bi dirûşmeya “Niha Dema HDP’ê ye” tê lidarxistin dê li Eywana Konferans û Dawetê ya Vûral pêk were.     WÊ BÛLDAN TEVLÎ KONGREYÊ BIBE   Kongreya ku amadekariyên wê bi dawî bûne wê Hevseroka Giştî ya HDP’ê jî beşdar bibe.    EM Ê BIBIN BERSIV   Hevseroka HDP’a Êlihê Fatma Ablay a têkildarî kongreyê axivî, diyar kir ku wê bi kongreya ku pêk tînin bibin bersiva doza girtina partiyê, Doza Kobanê, zextên li ser partî û parlementerên wan berdewam dikin.    ‘YEKANE XELASIYA JI VÊ REWŞÊ XWEDÎ DERKETINA HDP’Ê YE’   Ablay, destnîşan kir ku êrişên ser partiya wan bi zêdetir hevgirtinê dikarin biqewerînin û wiha got: “Ji ber polîtîkayên pergal niha dimeşîne, gel di bin tecrîdekê de tê ragirtin. Yekane xelasiya ji vê rewşê zêdetir xwedî derketina HDP’ê ye.” Ablay, bi gotina “Werin em bi hev re govenda azadiyê bigerînin” hemû gelê bajêr vexwend ku li dor partiya wan bibin xelek.