Polîsan li xizmên Dedeogûllari dan 2022-01-15 16:17:01   ENQERE - Ji xizmên malbata Dedeogullari ku tevlî danişîna doza êrişa li ser malbatê bûbûn Harûn, Omer û Oner Rifatoglû yên hatibûn binçavkirin, bi lêv kirin ku dema binçavkirinê de polîsan li wan dane.    Ji xizmên malbata Dedeogullari Harûn, Omer û Oner Rifatoglû ku tevlî danişîna doza êrişa li ser malbatê bûbûn, duh polîsan di edliyeyê de ew binçav kiribûn. Harûn û Oner Rifatoglû yên bi sucdariya “Ji bo peywîrê nedin kirin li ber xwe dane” hatibûn binçavkirin li Qereqola Polîsan a Fatîhê, Omer Rifatoglû (16) jî li şaxa miduriyeta polîsan a zarokan hat ragirtin. Xizmên her sê kesên ku di saetên serê sibê de sewqî edliyeyê hatin kirin, bi gotina “fermana dozgeriyê” heye negirtin edliyeyê.    Harûn, Omer û Oner Rifatoglû yên piştî sewqî edliyeyê hatin kirin ji aliyê 3’yemîn Dadgeha Cezayê Sûlhê ya Konyayê ve bi şertê qedexeya derketina derveyî welat û şertê kontrola edlî hatin berdan.    ‘POLÎS ÊRIŞÎ ME KIR’   Her 3 kesên ku piştî dozgeriyê sewqî dadgehê hatin kirin li vir îfade dan. Omer Rifatoglû yê ku weke “zarokê ber bi sûc ve hatiye dehfdan” parastina wî hat girtin wiha got: “Min di ewyana danişînê de weke guhdarvan cih digirt. Di eywanê de gengeşî çêbû. Min telefona kesekî ku ez difikirîm hemwelatî ye û vîdeo dikişand, girt. Dema min zanî ku polîs e, bavê min telefon îadeyî wî kir. Em darê zorê derxistin derve.”   Oner Rifatoglû jî diyar kir ku polîsan li wî dane. Harûn Rifatoglû jî wiha got: “Di eywana danişînê de gengeşî derket. Ez ji eywanê derketim. Min hewl da malbata xwe aram bikim. Ji aliyê deriyê derketinê ve du polîsan êrişê me kir. Dema êriş kirin ez paşve çûm. Min li polîsan neda. Ji ber êrişî me dikirin min ji bo her du polîsan got ‘çekên van bigirin’.”   Her sê kesên hatibûn binçavkirin, diyarkirin ku dema binçavkirinê de jî polîsan li wan dane.