Li Mêrdînê du malbat li hev hatin 2022-01-15 16:51:00 MÊRDÎN - Li Mêrdînê du malbatên ku di navbera wan de dijminahî hebû, di xwarina hate dayîn de li hev hatin.    Dijminahiya di navbera malbatên Xatê û Belloyî yên li navçeya Qoser a Mêrdînê ku di sala 2014’an de derketina bi xwarina aştiyê bi dawî bû. Piştî danûstandinên bi mehan yên rûspiyan, îro li eywaneke dawetê xwarina aştiyê hat dayîn. Hevşaredarê Bajarê Mezin a Mêrdînê Ahmet Turk ku qeyûm tayînî şûna hat kirin, Şaredarê Artûklûyê yê AKP’yî Abdulkadîr Tûtaş, rûspî Suleyman Akdag, Ata Butçer, Saît Dundar, Behçet Dûrak, miftiyê navçeya Qoserê Mahsûm Taşçi tevlî xwarina aştiyê bûn.    Di bernameya ku bi xwendina Quranê destpê kir de muftiyê navçeya Kiziltepe Mahsum Taşci axivî û xwest ku aştiya di navbera her du malbatan de pêşengtiyê ji çareserkirina dijminahiyên din re veke. Pişt re Ahmet Turk keyfxweşiya xwe ya bi dawîbûna dijminahiyê anî ziman û wiha got: “Pêwîstiya herêmê bi aştî û xwişk û biratiyê heye. Heke beriya ku pirsgirêk rû bide ji rûspiyan re bê ragihandin, bêguman wê çareserî pêk were. Lê belê eger mirov bi tena serê xwe tevbigerin, mixabin tu rê nîne ku em van bûyeran ji holê rakin. Dema pirsgirêkek derket holê, divê rûspiyên vê herêmê li hev bicivin û ji bo çareseriya pirsgirêkan bixebitin. Ez di wê baweriyê de me ku ev aştî wê hewayeke biratiyê bîne û rê li ber vekirina rûpeleke nû veke. Ez spasiyên xwe pêşkeşî malbatên me û kesên ku bûn wesileya aştiyê dikim.”    Piştî axaftinan bername bi silav dayîna hev a malbatan bi dawî bû.