HDP'î beriya kongreyê belavok belav kirin 2022-01-15 18:14:49   ÊLIH - HDP'a Êlihê beriya kongreyê, tevî parlementeran li navenda bajêr belvok belav kir.    Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Êlihê, beriya kongreya ku dê li dar bixe li Kolana Mezopotamyayê belavok belav kirin. Kogreya Asayî ya 4'an dê li Hêwana Dawet û Konferansê ya Vûralê ya li Kolana Mezopotamyayê bê lidarxistinç Dê Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Bûldan tevli kongreyê bibe.    Beriya kongreya ku dê bi dirûşmeya "Dem dema HDP'ê ye" bê lidarxistin endamên partiyê tevî parlementerên Êlihê Ayşe Acar Başaran, Necdet Îpekyuz û hevşaredarên Êlihê yên ji peywirê hatin girtin û qeyûm tayinî şûna wan hatin kirin Mehmet Demîr û Songul Korkmaz belavok belav kirin.   Partiyî bi komên cuda li kolana Diyarbakir û kolana Gulîstanê û li Kuçeya Hunerê belavok belav kirin û şêniyên bajêr vexwandin kongreyê.    Esnaf û welatiyan HDP'iyên belavok belav kirin bi nîşana serketinê û tilîliyan silav kirin.    Li Kolana amedê dema belavok dihatin belavkirin, polîsan bi hinceta pîspîskê pêşiya girseyê girt û xwestin belavkirina belavok asteng bikin. HDP'iyan jî bi berzkirina dirûşmeya "HDP gel e, gel li vir e" bertek nîşanî astengiyên polîsan dan.   Piştî parlementeran hevdîtin bi amîrên polîsan re kirin, partiyan cardin dest bi belavkirina belavokan kir. HDP'iyan belavkirina belavokan li ber avahiya HDP'ê ya bajêr bi dawî kir.