Mûrat E. yê ku polîs û notirvanan îşkence lê kirin jiyana xwe ji dest da 2022-01-15 18:46:19   STENBOL - Hat hînbûn ku Murat E. yê ku li Wanê polîs û notirvanan di dema binçavkirinê de ew îşkence kiribûn, duh na pêr li girtîgehê jiyana xwe ji dest daye.    Li Wanê di 11'ê Çileyê de kesê bi navê Mûrat E. (35) bi hinceta "diziyê" hatibû binçavkirin û di dema binçavkirinê de polîs û notirvanan îşkence lê kiribûn. E. ku polîs û notirvanan ew biribû Amîrtiya Navenda Polîsan a 2'yê Nîsanê, a din a rojê hatibû girtin û li Girtîgeha Wanê ya Tîpa M'yê ew xistibûn hucreyê.    JIYANA XWE JI DEST DA   E., di 13'ê Çileyê de bi awayekî gumanbar jiyana xwe ji dest daye. Rêvebiriya girtîgehê demeke dirêj tu agahî bi malbatê û parêzerê Mûrat E. re parve nekirine. Piştî malbatê israr kiriye îdareya girtgehê gotiye, "Mûrat E. ji ber tiryakê, xwe kuştiye."    NAYÊ ZANÎN JI BER ÇI MIRIYE   Lê di rapora otopsiyê ya Saziya Tiba Edlî ya Wanê de sedema teqez a mirina E. nehatiye diyarkirin, tenê hatiye gotin ku "di mejiyê wî de kêm çêbûye."    Piştî karên otopsiyê cenazeyê E. hat definkirin.    Hat diyarkirin ku parêzerê E. xwestiye qeydên kamerayên nexweşxaneyê û girtîgehê bên vekolandin.