Li Şakranê tevî kûçikan davêjin ser qawîşên girtiyan 2022-01-15 19:34:47   AMED - Li Girtîgeha Şakranê ya Jinan, cendirme û gardiyanên tevî kûçikan avêtin ser qawîşan, eşyayên girtiyan belawela kirin.    Girtiyên di Girtîgeha Şakran a Îzmrê ya Jinan de bi rêya telefonê binpêkirinên mafan ên li girtîgehê ragihandin.   Li gor ku girtiyan bi rêya malbatên xwe ragihandiye, hefteyeke di bin navê 'lêgerînê' de li ser hev davêjin ser qawîşên wan. hat ragihandin ku di van êrişên nîvê şevê tên kirin de bi dehan cendirme û gardiyan tevî kûçikan davêjiin ser qawîşan û di dema avêtina ser qawîşan de eşyayên wan belawela dikin.    Girtiyan diyar kir ku gava beertek nîşan didin jî gef li wan tên xwarin.