Bila girtiyê nexweş Îsmaîl Yilmaz bê berdan 2022-01-15 21:13:25     STENBOL- Di çalakiya 512'yan a Rûniştina F'yê de rewşa girtiyê nexweş ê rewşa wî giran Îsmaîl Yilmaz hat destnîşankirin û hat xwestin bê berdan.    Komîsyona Girtîgehan a Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Şaxa Stenbolê, çalakiya 512'an a "Rûniştina F"yê ku ji bo balê bikişîn ser rewşa girtiyên nexweş her hefte li avahiya xwe ya li Taksîmê li dar dixe, bal kişand ser rewşa girtiyê nexweş Îsmaîl Yilmaz (68) ku di Girtîgha Kandira ya Jimare 1 a Tîpa F'yê de ye û rewşa wî giran e. Li hêwana ku daxuyanî lê hat dayîn pankarta li ser "Bila girtiyê nexweş Îsmaîl Yilmaz bê berdan" nivîsandî hat daliqandin.    Endamê Desteya Rêvebir a ÎHD'ê Ferît Barût daxuyanî xwend. Barût, bibîr xist ku li girtîgehan tecrîd û îşkence didome û ev yek di dema pandemiyê de berbelavtir bûye. Barût, diyar kir ku li girtîgehan pêkanînên pîlot tên pêkanîn û ji bo vê îşaret bi Girtîgeha Amedê ya Jinan kir. Barût, diyar kir ku girtiyekê nameyek ji wan re şandiye û ragihandiye ku bi her awayî tên tecrîdkirin.    NIKARE BI TENA SERÊ XWE JIYANA XWE BIDOMÎNE   Barût, destnîşan kir ku Yilmaz di lîsteya wan a girtiyên nexweş ê rewşa wan giran de ye û nexweeşîna dil, hîpertansiyon, prostat û karataktê pê re heye û got: "8 meh berê emeliyat bû. Ji ber xwîna çûye ser mêjî û ji ber milê wî yê rastê felc bûye, nikare bi tena serê xwe jiyana xwe bidomîne."    Barût, bibîr xist ku di 29'ê Nîsana 2020'î de xwîn çûye ser mêjiyê Yilmaz û piştî tedawiyek 7 rojan cardin wî birine girtîgeehê û li girtîgehê 14 rojan bi tena serê xwe di hucreyekê de maye. Barût, da zanîn ku parêzerê Yilmaz ji bo taloqkirina înfaza wî serî li Serdozgeriya Komarê ya Kocaeliyê daye, lê belê daxwaza wî nehatiye qebûlkirin.    Barût got: "Girtiyê nexweş ê rewşa wî giran Îsmaîl Yilmaz û hemû girtiyên din ên nexweş, ji bo bên tedawîkirin û mafên wan ên jiyanê bên parastin divê înfaza wan bê taloqkirin û bên berdan. Em ji bo parastina mafê tenduristî û jiyanê yê girtiyan bang li dewletê dikin ku peywira xwe bîn cî û ji bo hesasbûnê jî bang li raya giştî dikin."