Seroka Giştî ya Malên Gel: Yekîtiya çalakiyê şert e 2022-01-16 09:02:35   ENQERE - Seroka Giştî ya Malên Gel Nebiye Mertturk, destnîşan kir ku îqtidara AKP-MHP'ê ber bi rûxandineke vegera wê tune ye ve çûye û îşaret bi yekîtiya çalakiyê kir.    Seroka Giştî ya Malên Gel, Nebiye Mertturk, rewşa siyasî, aborî û civakî ya Tirkiyeyê nirxand û destnîşan kir ku îqtidara AKP-MHP'ê ber bi rûxandineke vegera wê tune ye ve çûye û îşaret bi yekîtiya çalakiyê kir.    Mertturk, li ser pêvajoya piştî çûna AKP-MHP'ê sekinî û got: "Ji bo em karibin vê yekê nîqaş bikin, divê em li berî wê û pêvajoya wê a çûyînê mêze bikin. Gava em bitêkoşin, em ê karibin xwe bigihînin fikira ku dê îqtidara AKP-MHP'ê teqez biçe. Yan na dê eev têkoşîn me ji têkoşînê dûr bixe. Ger em bi têkoşîn û berxwedanê nêzî meseleyên sereke û elzgîn ên niha nebin, dê piştî çûna wê jî encamên baş rû nedin. Peywira serke ya şoreeşger û sosyalîstan, li dijî rûxandinên li heemberî gel bitêkoşin û di çûna AKP'ê de vê rola girîng wergirin."    ‘YEKÎTIYA ÇEPGIRIYÊ, YEKÎTIYA ÇALAKIYÊ YE'   Mertturk, di rûxandina îqtidarê de li ser girîngiya xeta têkoşîna yekbûyî sekinî û diyar kir ku ev demek dirêj ee ku saziyên çep-sosyalîst xwedî fikira têkoşîneke yekbûyî ne û pir zêde li ser vê mijarê disekinin. Mertturk got: "Di hevdîtina bi dostan re ewilî em li ser vê xalê disekinin; ger eem yeekîtiya çepgiriyê nîqaş bikin, ji bo vê yekîtiya çalakiyê bivênevê ye. Ji bo me yekîtiya çalakiyê ya li kuçeyan a çepgiriyê girîng ee."    Mertturk, deestnîşan kir ku bi nêzîkbûna hilbijartinê re pirsên wekî dê tifaqa çepgir çawa mudaxileeyî siyaseta hilbijartinê bike zêde bûnee û got: "Em pêvajoya hilbijartinê wekî pêvajoya polîtîkbûyînê ya gel dibînin." Mertturk, bilêv kir ku di vê çarçoveyê de xizanî, tahdeya li jinê tê kirin, îstismarkirina zarokan, meseleya etrîqat û cemawetan heemû di çarçoveya yekîtiya çalakiyê de dinirxînin û vê yekê pêşniyarî dostên xwe jî dikin.    ‘EM HDP'Ê LI CEEM HEV IN'   Mertturk, destnîşan kir ku Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) jî di pêvajoya siyasî de xwedî roleke girîng e û got: "Bi taybetî li kuçeyan herî zêde em û HDP'ê li cem hev in. Ji bo dewletê girîngiyek taybet a HDP'ê heye. Niha kontr-gerlla di nav krîzekê de ye û belawela bûye. EEm dibnin ku ji bo xwe bi ser hev de tevdigeere. Planên wan ên ku bi êrişa li ser gelê kurd, li ser HDP'ê û bi dijminatiya li hmberî kurdan û bi netewperestiyê hene ku xwe ji nû vee ava bikin."   Merttûrk, diyar kir ku meşa li gel HDP'ê ji bo wan pri girîng e û got: "Em ê li gel siyaseta HDP'ê bin ku ji bo azadiya gelê kurd, daxwazên gelê kurd û wekheviyê danîne holê. Bi hev re têkoşîna li dijî faşîzmê pir girîng e."    ‘NE LI SER SINDOQAN, LI KUÇEYÊ'   Mertturk, bilêv kir ku ew Malên Gelê feraseta "tekane awayê siyasetê hilbijartin e" red dikin, ji lew re gelek awayên tevlêbûna hilbijartinê heene û got: "Nee tenê geelekî ji ber neerazîbûna ji rewşa heyî diçe ser sindoqê û raya xwe dide, ji bo afirandina gelekî ku bib kirdeya pirsgirêkên xwe û bi têkoşînê pirsgirêkên xwe çareser bike, divê muxalefeta civakî bi çalakiyên xwe, bi meclîsên xwe xwe xurt bike. Peywira dikeeve ser milê muxalefeta civakî, beriya her tiştî divê kuçe zindî bibin."