‘Em navê Bahçelî naxwazin, bila bi navê Tahir Elçî be' 2022-01-16 09:03:13   AMED - Esnafan anî ziman ku ger li Kirklar Daxiyê li ser navê Devlet Bahçelî daristan bê çêkirin êdî dê kes neyê van deran û xwestin ger daristanek bê çêkirin bila bi navê Serokê Baroya Amedê Tahir Elçî yê hat qetilkirin bê çêkirin.    Îtiraz û bertekên ji bo daristana ku tê xwestin bi navê netewperestê tirk Serokê Giştî yê MHP'ê Devlet Bahçelî li Kirklar Daxî ya Amedê bê çêkirin, didomin. Eesnafên li derdora Pira Dehderî ya li nêzî Kirklar Daxiyyê, anîn ziman ku qethiyen dê nehêlin navê Bahçelî li daristanê bê kirin.    ‘ŞÊNIYÊN BAJÊR NAHÊLIN'   Esnaf Îdrîs Yalçin, destnîşan kir ku ew tiştekî wisa qebûl nakin û got: "Şêniyên Amedê qethiyen destûra tiştekî wiha nadin. Çend roj berê li hemberî vê hin proptesto hatin kirin. Dê v protesto bidomin."    Yalçin, bilêv kir ku ger dilê wan û daristanekê heb bila bi navê "Daristana Amedê" be.    Yalçin, anî ziman ku jixwe ji ber krîza aborî karê wan nabe, lê ger navê Bahçelî li daristanê bê kirin dê hew kkees bê van deran û got: "Gelê Amedê dibêje ger ev nav li daristanê bê kirin dê neeyyên vira. Geer wisa bikin em ê jî btal bimînin."    ‘EV DER AMED E, EM JÎ KURD IN!'   Esnaf Berat Eken jî pirsî, "Kesên wekî Ahmed Arif, Mehmet Ûzûn hene, çima Devlet Bahçelî?" Eken, destnîşan kir ku çi fêdeya Bahçlî gihaştiye vî bajarî ku navê wî li daristankê bê kirin. Eken, diyar kir ku ev ji xeynî provakasyonê pêvtir ne tu tişt e û got: "Ev der Amed e, axa Mezopotamyayê ye. Em jî kurd in û em vî navî qebûl nakin. Li bajarekî kurdan ve nav nayê qebûlkirin. Gelê dê destûra tiştekî wiha nede. Ew kes kesên me yên hêja hene. Kes wê tabelayê qebûl nake. Kes di ber re jî naçe. Li me nayê."    Esnaf Dogan Demîrok jî destnîşan kir ku naxwazin navê Devlet Bahçelî li vira bê kirin û ger ev nav li cihekî wisa turîstik bê kirin dê hew kes bê vira û ev yek dê bandorek nebaş li wan esnafan bike.    BILA NAVÊ TAHIR ELÇÎ LÊ BIKIN   Esnaf Ahmet Çelîk jî destnîşan kir ku qethiyen dê daristanek bi navê Bahçelî qebûl nekin. Çelîk, diyar kir ku bila navê wî li daristanek Osmaniyeyê bê kirin û got: "Ez li Amedê daristanek bi navê Devlet Bahçeelî naxwazim. Bila navê kalê min lê bikin, çêtir e. An jî bila navê Tahir Elçî lê bikin. Qethiyen em bi navê wî naxwazin û qebûl nakin."    Esnaf Tahsîn Erol jî got: "Ez ji Bahçlî hez nakim û ez wî naxwazim. Kes ji wî hez nake. Ger navê wî lê bikin dê kes neyê vira. Ev der cihekî dîrokî ye. Ger navê Tahir Elçî lê bikin em ê qebûl bikin, lê em navê Bahçelî qebûl nakin."    MA / Eylem Akdag – Mehmet Guleş