Li çar hawirdorên cîhanê jin ji bo Tûglûkê bûn yek deng 2022-01-16 09:04:30   ENQERE - Nevîn Kamîlagaoglû ku milê Ewropayê yê kampanyaya îmzeyan a ji bo berdana Aysel Tûglûkê birêxistin dike, diyar kir ku li 52 welatan zêdetirî 6 hezar jin xwedî li kampanyayê derdikevin û got: "Ji bo kampanya bigihê armanca xwe em ê bixebitin."    Ji bo Cîgira Hevserokatiya Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a berê Aysel Tûglûk a di Girtîgeha Kandira ya Kocaelî ya Tîpa F'yê de ye û her diçe tenduristiya wê xirabtir dibe bê berdan di 7'ê Çileyê de bi sernavê "Ji bo azadiya Aysel Tûglûkê 1000 jin" kampanyaya îmzeyê hat destpêkirin.    Ji 52 welatan zêdetirî 52 jin xwestin raporên "nikare di girtîgehê de bimîne" yên ku nexweşxaneyan dane Aysel Tûglûkê esas bên girtin û Tûglûk bê berdan. Her wiha siyasetmedar, akademîsyen, rojnamevan, karker û ji gelek derdoran kesên tevli kampanyayê bûne li ser medyaya sanal jî bi etîketa “#BinlerceAyseliz" û “#AyselİçinGeçOlmada” parvekirinan dikin.    Seroka Yekîtiya Jinên Elewî Nevîn Kamîlagaoglû milê Ewropayê yê kampanyaya îmzeyan a ji bo berdana Aysel Tûglûkê birêxistin dike, têkildarî kampanyayê axivî.    3 DAXWAZÊN SEREKE   Kamîlagaoglû, anî ziman ku li Tirkiyeyê tevgeke xurt a jinan heye û ev tevger ji bo rêxistinên jinan ên Ewropayê jî bûye cihê motîvasyonek xurt.    Kamîlagaoglû, destnîşan kir ku kampanyaya îmzeyan a ji bo Tûglûkê dane destpêkirin li Ewropayê olan daye û got: "Me li ser medyaya civakî gelek piştgirî kir. Em bi hezar jinî ketin rê, niha em 6 hezar in. Sê daxwazên sereke yên kampanyayê hene. Divê pêvajoya darizandinê ya Aysel Tûglûkê ji nû ve di ber çavan re bê derbaskirin, raporên ku nexweşxane û bijîşkan dane esas bên girtin û demildest Tûglûk bê berdan."    PIŞTGIRIYA JINÊN CÎHANÊ   Kamîlagaoglû, anî ziman ku ji çar aliyên cîhanê bi sedan rêxistinên jinan daxilî nav kampanyayê bûne û got: "Têkoşîna jinan a ji bo Ayselê, sînorên Tirkiyeyê derbas kir. Li welatên Ewropayê belav bû. Bû kampanyayek li seranserê cîhanê. Li Rojhilata Navîn gelek binpêkirinên mafan ên cidî hene. Aysel Tûglûk nexweş e, lê hê jî girtî ye."    Kamîlagaoglû, destnîşan kir ku îqtidara siyasî dijminê civak, jin û zarokan e û got: "Li Tirkiyeyê qethiyen îqtidara heyî jinên polîtîkayê dikin tamûl nake. Me ev yek bi qeyûmên tayinî şaredariyên herêmê hatin kirin dît. Dîlgirtina jinên ku di bin banê HDP'ê de siyasetê digirin, mînake herî berbiçav a polîtîkayên hikûmetê ye ku bê çawa dijminatiya jinan dike."    BARON LI DERVE NE, TÛGLÛK GIRTÎ YE   Kamîlagaoglû, rapora Saziya Tiba Edlî (ATK) a ji bo Tûglûkê çêkiriye bibîr xist û got: "Ev dijî mafên mirovan e û tu wijdan qebûl nake. Zilm e. Halbûkî em dizanin di xala 104'an a qanûna bingehîn de tê gotin ku serokkomar xwedî karbidestiya efûyekê ye ji bo girtiyên extiyar an jî girtiyên nexweş. Lê çima nake? Berpirsê sereke yê Komkujiya Madimakê Ahmet Kiliç bi hinceta 'extiyarî û nexweşînê' hat efûkirin û berdan. Çima ji bo Tûglûkê tiştekî wiha nayê kirin? Em baş dizanin bê baronên tiryakê çawa berdan. Lê kes ji bo Aysel Tûglûkê tiştekî nake. Divê em balê bikişînin ser vê, bi ser vê de biçin."    'JI BO BIGIHÊ ARMANCA XWE EM Ê BIXEBITIN'   Kamîlagaoglû, diyar kir ku dê hem li Tirkiyeyê hem jî li Ewropayê balê bikişînin ser rewşa girtiyên nexweş û got: "Me li kuçeyan ji bo Ayselê doza azadiyê kir, em ê vê daxwaza xwe bidomînin. Ji bo kampanya bigihê armanca xebatek cidî tê kirin. Lê divê bi dengekî hîn bilindtir xwedî lê bê derketin. Tenê ne Aysel Tûglûk, bi sedan girtiyên siyas yên wekî wê hene. Demildest divê bên berdan. Di vî warî de çi bikeve ser milê me em amade ne."