Serokê Partiya Çepgir a Ewropayê Bîerbaûm: Divê qedexeya PKK'ê rabe 2022-01-16 12:40:56   NAVENDA NÛÇEYAN - Serokê Partiya Çepgir a Ewropayê Heînz Bîerbaûm, diyar kir ku qedexeya PKK'ê li pêşiya aştiya li herêmê astengiya herî mezin e û daxwaz kir ku qedexe bê rakirin.    Kampanya ku li 30 welatan ji bo "PKK ji listeya rêxistinên terorê bê derxistin" bi pêşengiya Înîsiyatîfa Navneteweyî ya ji Kurdan re Edaletê hatibû destpêkirin mezin dibe. Serokê Partiya Çepgir a Ewropayê (European Left Party EL) Heînz Bîerbaûm tevlî kampanyayê bû û têkildarî mijarê Ajansa Nûçeyan a Firatê (ANF) re axivî. Heînz Bîerbaûm, diyar kir ku qedexeya PKK'ê li pêşiya aştiya li herêmê astengiya herî mezin e û têkoşîna PKK'ê ya li dijî DAIŞ'ê bi bîr xist û destnîşan kir ku PKK'ê nirxên mirovahiyê parastiye.   Di berdewamê de Bîerbaûm ev nirxandin kir: ''Rakirina qedexeya li ser PKK'ê û derxistina PKK'ê ya ji nav lîsteya terorê ya YE'yê, li Tirkiyê û hemû herêmê, ji bo pêvajoya aştiyê wê bibe gaveke rast. Li ber ronkahiya têkoşîna PKK'ê û hevalbendên wê ya li dijî DAÎŞ'ê û rizgarkirina bi sed hezaran kesên endamên etnîk û kêmarên dînî, ev ê bibe îşareteke piştevaniyê ya girîng û naskirina tevgera azadiya Kurd.''   Bîerbaûm, da zanîn ku ji ber qedexeya li ser PKK'ê ne tenê li Tirkiyê, li Ewropayê jî mafê kurdan tên desteserkirin û ji jiyana siyasî têne qutkirin û wiha got: ''Qedexeya li ser PKK'ê, Kurdên ku li Yekîtiya Ewropayê dijîn, ji ber zext û kontrola hêên ewlehiyê, nahêle ku tevgerên Kurd ên yasayî jî aktîf bin.  Bi deh hezaran mirovên Kurd, weke azadiya derbirînê, kombûnê û çapemeniyê, xwedî mafên sereke ne. Qedexe û di encama vê de deqekirin, li pêş entengrasyonê astengiyek e.''   Herî dawî Bîerbaûm bi lêv kir ku ew hevkariya leşkerî ya dewletên ewropî ya bi Tirkiyeyê re şermezar dikin û naxwazin dewletên ewropî çekan bişînin Tirkiyê û welatên din ên herêmê.