Nobeta malbata Şenyaşar di roja 314'an de didome 2022-01-16 14:05:43   RIHA - Malbata Şenyaşar ku têkoşîna xwe ya edaletê didomîne, li ser hesabê xwe yê medya sanal ev parvekirin kir: "Divê hê çend roj ango sal bê qîrkirin 'Edalet'."   Nobeta Edaletê ya malbata Şenyaşar ku di 9'ê adara 2021'an de Emîne Şenyaşar û kurê xwe Ferît Şenyaşar li ber Edliyeya Rihayê dabûn destpêkirin di roja 314'an de berdewam dije. Ji ber ku îro dawiya hefteyê de malbatê çalakiya xwe li mala xwe ya li navçeya Pirsûsê domandin.    Malbatê, li ser hesabê xwe yê medya sanal hesabê Wezîrê Edaletê Abdulhamît Gul, Yekemîn Serokê Daîreya Lijneya Dozger û Dadgeran Halîl Koç û Serokê Yekitiya Baroyên Tirkiyeyê Erînç Sagkan etîket kir û ev parvekirin kir: "Dayika ku ji bo edaletê bûye remz; ji bo malbata xwe ya ku li nexweşxaneyê hat kuştin û kurê xwe yê li hucreya yekkesî tê girtin divê hê çend roj ango sal bê qîrkirin 'Edalet'."