HDP li Edenê jî diçe kongreyê 2022-01-16 14:39:01   EDENE - Komîsyona Kongreya Bajar a HDP'ê ya Edenê, ji bo kongreya bajar ku wê di 23'ê çileyê de bê kirin banga gevlîbûnê kir.    Rêxistina HDP'ê ya Edenê, di 23'ê çileyê de wê bi tevlîbûna Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Bûldan 4'emîn Kongreya xwe ya Asayî li dar bixe. Komîsyona Kongreyê, li avahiya partiyê civîna çapemeniyê li dar xist û banga gevlîbûna kongreyê kir. Endamê Komîsyona Kongreyê ya Bajar Sabahattîn Okûdûcû, diyar kir ku amadekariyên wan ên ji bo kongreyê ku wê bi şîara "Dem dema HDP'ê ye” bê lidarxistin didomin û banga tevlîbûna kongreyê li gelên Edenê kir.