Li Girtîgeha Qeyseriyê angaşta îşkenceyê 2022-01-26 13:13:51   MÊRDÎN - Alî Adsay ku li Girtîgeha Hejmara 1 a Tîpa T a Qeyseriyê girtî ye, bi rêya telefonê ji malbata xwe re ragihand ku îşeknce li wan tê kirin.   Girtiyê bi navê Alî Adsay ku li Girtîgeha Hejmara 1 a Tîpa T a Qeyseriyê girtî ye, bi rêya telefonê ji malbata xwe re ragihand ku îşeknce li wan tê kirin. Mûhammed Adsay ku di 24'ê çileyê de bi telefonê bi kekê xwe re axivî, agahiyên ku kekê wî dabûyê wiha ragihand: "Nêzî mehekê ye bi awayekî sîstematîk îşkence tê kirin. Di jimartinên serê sibehê û êvarê de îşkenceya kişandina bi erdê ve, pihîn û daleqandina serberjêrkirî heye. Ev îşkence bi fermana Midurê Girtîgehê Alî Ç. tê kirin."   Girtîgeha Hejmara 1 a Tîpa T a Qeyseriyê ku me bi rêya telefonê xwe gihandê angaşt kir ku kesekî derbarê mijarê de agahî bide li girtîgehê tune ye.