‘Naxwazin piştperdeya bûyera Dîrîlan bê zelalkirin’ 2022-01-26 13:26:05   ENQERE – Parêzerê Hurmuz Dîrîl û hevjîna wî Şîmonî Dîrîl ku li Bêşebabê winda bûbûn Kemal Cengîz diyar kir ku ji destpêkê ve faîl tên parastin û wiha got: “Naxwazin piştperdeya bûyerê bê ronîkirin.”    Parêzerê Hurmuz Dîrîl û hevjîna wî ku ji 8’ê Çileya 2020’an heta niha li Bêşebabê winda ne Kemal Cengîz, vê hefteyê bû mêvanê bernameya Parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê Kocaeliyê Omer Gergerlîoglu ku di OFG TV’yê de tê pêşkeşkirin.    Kurê Hurmuz û Şîmonî Dîrîl ê bi navê Remzî Dîrîl û parêzerê malbatê Kemal Cengîz derheqê pêvajoya lêpirsîn û teqîbata dozê de axivîn. Dîrîl da zanîn ku di dema pêvajoya çareseriyê de vegeriyane gundê xwe û wiha got: “Di sala 2018’an de hinek geşedan çêbûn. 2 PKK’î hatin kuştin. Leşkeriyê jî ji me re got; ‘bo me bibin alîkar.’ Lê me nedikariya wan daxwazên wan pêk bînin. Bi hatina havînê û ketina rêjeya ava çem re dest bi xebata lêgerînê kirin lê tiştek nedîtin. Lê me li derdorekî biqasî 5 km’an bi şev û roj xebat kir. Xizmên me yên ji Fransayê hatin. Dayika min di sermayê de kuştine û avêtine avê. Me dayika min dît. Cesed û cil û bergên dayika min me dîtin. Tiştên ayîdî bavê min jî me dîtin.”    ‘GELO MA DIBE KU DOSYAYEK DU SALAN NEPEN BIMÎNE?’   Di berdewamê de jî Dîrîl ev agahî dan: “Ev bû du sal ku bûyer qewimî ye lê hêj jî delîlek neşandine dadgehê. Lê şahidê bûyerê heye. Vî kesî her tişt dîtiye û her tiştî dizane. Gelo dosyayek çawa 2 salan nepen dimîne? Kesên ez jê gilîdar hene, gefan li me dixwin. Di navbera 1 û 8’ê Çileyê de li wir operasyona leşkerî hebû. Tevî van agahiyên şahidan jî nepeniya li ser dosyayê ranakin. Gelo ma gelek zehmete ku îdianameyek bê amadekirin? Em 11 xwîşk û bira ne û em her roj dimirîn. Em nizanin bê ka bavê me sax e yan mirî ye. Em bang li her kesî dikin ku ji me re bibin alîkar.”    ‘EV QAD 24 SAETAN TÊ ŞOPANDIN’    Têkildarî mijarê parêzer Orhan Kemal jî ev agahî dan: “Gundê Mehrî ber qada leşkerî dikeve û 24 saetan tê şopandin. Û ev kes di nava rojê de tên revandin. 70 roj piştre jî cenazeyê Şîmonî Dîrîl tê dîtin. Di rapora otopsiyê de rastî şopa barûdê hatin, di pişta wê de kunek heye. Mixabin bi guleyan hatiye kuştin. Ev du sal in lêpirsîn bi veşarî tê kirin. Em tiştekî ji vê helwestê fêm nakin. Min heta niha ji bo dosyayê 30-40 daxwazname da ne. Lê tu encam jê derneketin. Di dawiya dawî de îdianame bi hincetên cuda hat redkirin. Lêpirsîna ku du sal in didome bi têrî nake. Divê doz bê vekirin û ev yek hem ji bo qurbaniyan û hem jî malbata wan pir girîng e.”    Cengîz herî dawî jî wiha got: “Ji destpêkê heta niha kirarên bûyerê tên parastin. Dixwazin vê bûyerê bêceza bihêlin. Naxwazin piştperdeya bûyerê bê zanîn. Dikarim bibêjim ku em li dijî vê tarîtiyê li ber xwe didin.”