Siyasetmedarên hatin berdan bi girseyî hatin pêşwazîkirin 2022-01-27 20:18:53 RIHA - Li Rihayê 5 siyasetmedarên hatin berdan, li ber girtîgehê bi dirûşmeya "Bijî berxwedana zindanan" hatin pêşwazîkirin. Siyasetmedarên ku di 2'yê Kanûna 2016'an de hatibûn girtin û di danişîna îro ya li Dadgeha Cezayê Giran a 6'an a Rihayê de hatin berdan, bi awayekî girseyî hatin pêşwazîkirin.    Piştî biryara berdanê Hevşaredarê Xelfetiyê Mûstafa Bayram ê qeyûm tayinî şûna wî hatibû kirin, Hevseroka HDP'a Rihayê ya berê Leyla Akça, rêvebirên HDP'ê yên berê Mehmet Bînîcî û Avnî Gurbuz û Hevserokê DBP'a Eyyûbiyeyê Îzettîn Gok, li ber girtîgehê bi awayekî girseyî bi berzkirina "Bijî berxwedana zindanan" hatin pêşwazîkirin.    Siyasetmedaran ji ber pêşwazîkirina bi girseyî malavayiya yên li derve kirin. Hevşaredarê Xelfetiyê Mûstafa Bayram, diyar kir ku zêdetirî 5 salan bi awayekî bêhiqûqî di girtîgehê de hatine hiştin û got: "Em bi awayekî neheq û bêhiqûqî di girtîgehê de hatin hiştin. Hê jî gelek hevalên me di girtîgehê de ne. Em ê di çarçoveyeke hiqûqî de doza mafên xwe bikin. Biryar saet di 11.00'an de hat dayîn, lê me danê êvarî berdan."