Li çar bajaran herî kêm 6 kes kirin binçavan 2022-01-28 12:40:30 AMED - Polîsan li çar bajaran avêtin ser malan û herî kêm 6 kes kirin binçavan.  Serdozgeriya Komarê ya Amedê lêpirsînek ku navenda wê Amedê ye daye destpêkirin. Di çarçoveya lêpirsînê de polîsan bi ser gelek malan de girtin.    Li navçeya Rezanê ya Amedê polîsan serê sibê bi ser mala Dîlan Kartal de girtin. Polîsan kelûpelên malê belav kirin û dest danîn ser hin wêneyan û heqaret li ferdên malbatê kirin. Piştî lêgerîna li malê Kartal kirin binçavan û birin Midûriyeta Polîsan a Amedê. Hêceta binçavkirinê nehat zanîn.    SÊRT   Li navçeya Hawêl a Sêrtê jî polîsan avêt ser malekê û Yusuf Genç kirin binçavan. Hat zanîn ku Genç dê ji bo îfadeyê bibin Amedê.    ÊLIH   Li Êlihê jî polîsan bi ser malekê de girt û kelûpelên malê li nava hev xistin. Polîsan Vedat Ozer û Vedat Guler ên endamên Meclîsa Ciwanan a HDP’ê kirin binçavan û birin Amedê.    STENBOL   Li Stenbolê jî polîsan serê sibehê avêt ser malan. Di serdegirtina malan de endamê Meclîsa Ciwanan a HDP'ê Ahmet Beyazit û jina ciwan a bi navê Bêrîtan Dag kirin binçavan. Hat zanîn ku her du ciwan jî di çarçoveya operasyona navenda wê Amed e, hatine binçavkirin. Her du ciwanan birin Mûdiriyeta Polîsan a Stenbolê û hat zanîn ku biryara sînordarkirinê danîne ser dosyeyê.