700 zarokên ku DAIŞ'ê wan ji xwe re kir mertal, li navendên rehabîlîtasyonê hatin bicihkirin 2022-01-28 13:17:46 HESEKÊ - Li Hesekê 700 zarokên ji aliyê DAIŞ’ê ve ku di operasyona Hesekê de wek mertalên zindî dihatin bikaranîn, li navêndên rehabîlîtasyonê hatin bicihkirin. Operasyona Hêzên Suriyeya Demokratîk (HSD) a ku piştî DAIŞ’ê êrişî Girtîgeha Hesekê kiribû daye destpêkirin didome. Piştî ku endamên DAIŞ’ê êriş li girtîgehê kirin xwestin bi girtiyan re birevin. HSD'ê girêdayî bûyerê operasyon da destpêkirin û di şerê qewimî de gelek endamên DAIŞ'ê ku xwe li taxa Xiwêranê veşartibûn, hatin kuştin. Li Girtîgeha Sînaayê ji hezarî zêdetir endamên DAIŞ'ê jî di salvegera rizgarkirina Kobanê ya 26’ê çileyê de radestî hêzên HSD’ê bûn.   700 ZAROK    Piştî êrişan, herî zêde zarokên ji aliyê DAIŞ’ê ve wekî “Cewrikên Şêran ên Xilafetê (Eşbal El-Xîlafe)” dihatin binavkirin ketin rojevê. 700 zarok ku ji ber Operasyona Paqijkirina DAIŞ’ê li taxa Xiwêran dihatin girtin ji aliyê DAIŞ’ê ve wek mertalên zindî hatin bikaranîn. HSD'ê bi daxuyaniyekî bal kişandibû ser zarokên ji aliyê DAIŞ’ê ve wek mertalên zindî hatin bikaranîn.    JI BER ZAROKAN BALDAR TEVGERIYAN   Yek jê sedemên giran ên meşandina operasyonê jî ev zarokên ku dîl hatibûn girtin. Roja ewil saziyên çapameniyê ên wek AFP û BBC'yê zarokên di destê DAIŞ’ê de wek dîl girtî nivîsandin. UNICEF jî bal kişand ser vê yekê û HSD'ê bi daxuyaniyekê da zanîn ku dê girêdayî hevpeymanên navnetewî yên parastina zarokan bimînin. HSD'ê bi awayekî baldar û giran tevahiya zarokan ji destê DAIŞ’ê carekî din rizgar kir.   RÊVEBERIYA XWESER BANGA XWEDÎ DERKETINÊ KIRIBÛ    Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji bo zarokên DAIŞ’ê ku ji welatên cuda cuda tevlî bûne û di destê wan de mane gelek caran bang li Neteweyên Yekbûyî (NY) kiribûn ku mekanîzmayek taybet bê avakirin. Lê belê her carê ev bang bêbersiv hatin hiştin.    AJANSA ME WÊNEYÊN ZAROKAN GIRT    Ajansa me Mezopotamyayê jî wêneyên bi sedan zarokên ku hatine rizgarkirin girt. Zarokên hatine rizgarkirin li navêndên rehabîlîteyên cuda yên li Hesekê hatin bicihkirin. HSD'ê dîsa bang li welatên cîhanê kir ku ji bo zarokên hemwelatiyên xwe mekanîzmayekî çareseriyê peyda bikin.    MA / Nazim Daştan