ROJEVA 29'Ê ÇILEYA 2022'YAN 2022-01-29 09:00:06 * Hevserokê HDP'a Wanê Fîkret Dogan, diyar kir ku tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan berdewama komployê ye û got: "Gere hêza gelan vê tecrîdê bişikîne."  * Hevserokên HDP’a Amedê Gulistan Atasoy û Zeyyat Ceylan diyar kirin ku gotinên Kiliçdaroglu bi wate ne lê belê têr nakin.    * Herdem Merwanî ku di 13 saliya xwe de hate girtin. Ji ber êrişên dewlet û Hîzbûllahê nan nediçû mala malbata Merwanî lewma jî xwîşkeka wê ji birçan jiyana xwe ji dest da. Merwanî niha jî hem beşdarî çalakiya Nobeda Edaletê dibe û hem jî bi wêjeyê berxwedana xwe didomîne.    * Li Taxa Xaçortê ya Wanê şêniyên diçin bazarê, ji ber bihabûna fiyetan bêyî ku tiştekî bikirin destvala vedigerin malê.    * Dadgeha Îstinafê, 6 sal û 3 meh cezayê li endamê Desteya Rêvebir a Navendî ya ÎHD'ê Racî hatibû birîn cara dudoyan xera kir û biryara beraetê da.    * Dayika Hogir Batû yê çalakiya wî ya greva birçîbûnê ya li dijî lêgerîna tazî û mûameleya xerab a li girtîgehê daye destpêkirin di roja 37’an de ye, Zahîde Batû, diyar kir ku bi fikarin û xwest tiştên diqewimin bi dawî bibin.    * Hasan Çelîk ê li Girtîgeha Tîpa S a Antalyayê tê ragirtin û cezayê wî xelas bûye, tevî biryara berdanê ya dadgehê jî ji aliyê rêveberiya girtîgehê ve nayê berdan.    * Li navçeya Altindag û Keçîorenê piştî girtina du nexweşxaneyên jinan, jin mecbûrî nexweşxaneyên bajêr tên kirin. Endama Komîsyona Tenduristiya Jinan a Odeya Bijîşkan a Enqereyê Bijîşk Ayşe Ûgûrlû, destnîşan kir ku bi vê re dê jin di warê xwegihandina tedawiyê de zehmetiyan bikişînin.    * Mehmet Saît Dayan, apê Abdulgaffar Dayan ê wesayîta zirxî lê qelibî û jiyana xwe ji dest da, anî ziman ku Midûrê Midûriyeta Polîsan a Cizîrê ji wan re gotiye, "Demek berê li ser kolana Nisêbînê heman tişt qewimîbû, kesî tiştek negot. Lê ji ber ku ev maşîneya ewlehiyê ye hûn bûyerê ber bi cihekî din ve dikişînin."     * Nobeda Edaletê ya Malbata Şenyaşar dê di roja 327'emîn de berdewam bike.    * Xizmên Windayan û Şaxên ÎHD'a Amedê û Êlihê wê li aqûbeta windayan bipirsin. (12.00)    * Dayikên Şemiyê wê di hefteya 879'emîn de li aqûbeta windayan bipirsin. (12.00)   * ÎHD'a Îzmîrê li ber Banka Sumerê ya Kevn a li Konakê balê bikişîne ser rewşa girtiyên nexweş. (13.00)   * Nobeda Edaletê ya malbatên girtiyan a li Amed û Wanê dê berdewam bike. (13.00-16.00)   * ÎHD'a Stenbolê dê di hefteya 514'emîn de ji bo balê bikişîne ser rewşa girtiyên nexweş dê çalakiya "Rûniştina F" li dar bixe. (13.30)   * Înîsiyatîfa Ji Girtiyên Nexweş Re Aadî wê di hefteya 386'emîn de li ÎHD'a Enqereyê çalakî li dar bixe. (13.30)   * Platforma Ked û Demokrasiyê ya Amedê wê derbarê Çiyayê Kirklarê de li ber Peykerê Mafê Mirovan daxuyanî bide. (14.00)   * ÎHD'a Stenbolê ji bo girtiyên nexweş wê çalakiya "Em li girtîgehan mirinê naxwazin, jiyanê diparêzin" li dar bixe. (14.00-17.00)   * DBP wê li navçeyên Sancaktepe, Bagcilar û Esenler ên Stenbolê dê bi dirûşma "Dema Azadiyê ye" civînên gel li dar bixe. (17.00)