‘Divê hêza gelan tecrîda li Îmraliyê bişikîne' 2022-01-29 09:10:46 WAN - Hevserokê HDP'a Wanê Fîkret Dogan, diyar kir ku tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan berdewama komployê ye û got: "Divê hêza gelan vê tecrîdê rake."  Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ku di Girtîgeha Îmraliyê de bi awayekî girankirî tê tecrîdkirin, 10 meh inn xeber jê nayên girtin. Malbata Ocalan û parêzerên wî her hefte ji bo hevdîtinê serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê û Midûriyeta Înfaza Ceza ya Îmraliyê didin, lê serlêdanên wan nayên bersivandin.    Hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê Wanê Fîkret Dogan, polîtîkaya tecrîdê nirxand û destnîşan kir ku gere gel tecrîda li ser Ocalan bişikînin.    AŞTÎ Û OCALAN   Dogan, anî ziman ku Komara Tirkiyeyê tu carî bi kodên xwe yên damezrîner re hevrû nebûye û got: "Li vê erdnîgariyê bi hezaran mirovên me jiyana xwe ji dest dan. Bi milyonan mirovên me ji bêgavî koç kirin, çûn metrepolan. Ev ax tim bi zilmê re rû bi rû maye. Êdî pêdiviya vê axê bi aştiyê heye û aştî jî bi Birêz Ocalan pêkan e."    ‘CIVAK TÊ TECRÎDKIRIN'   Dogan, diyar kir ku polîtîkaya tecrîdê ya li Îmraliyê li nav tevahiya civakê tê pêkanîn û got: "Birêz Ocalan tevî gelê kurd, ji bo tevahiya gelên din jî kesekî xwedîbandor e. Tenê li qada Tirkiyeyê di kampanyayeke îmzeyê de zêdetirî 6 milyonan mirov gotin 'Birêz Ocalan vîna min e' û îmze hatin berhevkirin. Ev îmze ji TBMM'ê û Parlementoya Ewropayê re hatin şandin. Her wiha em dizanin ku di vê têkoşîna de tevî tecrîda girankirî jî hevdîtin bi Ocalan re hatin kirin. Birêz Ocalan kengî peyamekê dide û tecrîd hebikekî sist dibe, ev li bara civakê dibe cihê aramî û aştiyê. Gere hemû mirov vî tiştî bibînin û bikin ku gotinên wî bigihên civakê. Pir aşkere ye ku êdî tecrîd bi kêrî tiştekî nayê. 50 sal in hemû hikûmetên di ezmûna li hemberî gel de man û nikaribûn derbas bikin; Mehmet Agar, Suleyman Demîrel û gelek kesên din, di bin vê meseleyê de man, ji ber ku nikaribûn çareser bikin. Îqtidara AKP'ê jî nêzî 20 sal in vî welatî bi rê ve dibe û êdî dawiya wê jî hatiye."    KOMPLOYA NAVNETEWEYÎ   Dogan, bilêv kir ku gelê kurd bi bedêlên giran hatiye vê astê û êdî bûye hêzeke ku siyaseta Rojhilata Navîn diyar dikin. Dogan, destnîşan kir ku ev rastî ji aliyê her kesî ve eyan e û tecrîda li ser Ocalan jî berdewama komploya navdewletî ye. Dogan got: "Lewma divê em xwe bisipêrin hêza xweser a gelan û Birêz Ocalan biparêzin. DivÊ hêza gelan vê tecrîdê rake. Pêdivî bi gavine ku komploya navdewletî pûç bike û gelek rihet bibe heye. Peywira dikeve ser milê her kesî ev e. Pêşeroja hemû gelan girêdayî aştiyê ye. Di şeran de tu kes bi ser neketiye."    Dogan, di dawiya axaftina xwe de bal kişand ser krîza aborî ya li welêt jî û destnîşan kir ku dê gel bersiva AKP'ê bidin.