Îstinafê cardin cezayê li Bîlîcî hatibû birîn xera kir û vê carê biryara beraetê da 2022-01-29 09:11:52 AMED - Dadgeha Îstinafê, 6 sal û 3 meh cezayê li endamê Desteya Rêvebir a Navendî ya ÎHD'ê Racî hatibû birîn cara dudoyan xera kir û biryara beraetê da.  Dadgeha Cezayê Giran a 5'an a Amedê bi sûcê "endamtiya rêxistinê" 6 sal û 3 meh cezayê girtîgehê li endamê Desteya Rêvebir a Navendî ya Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Racî Bîlîcî birîbû. Daîreya Ceza ya 2'yan a Dadgeha Edliye ya Herêmê ya Amedê cezayê ku li Bîlîcî hatibû birîn xera kir.    Dozgeriya Komarê ya Amedê di sala 2017'an de bi hinceta hin hevdîtinên ku Bîlîcî kiribûn, raporên binpêkirinên mafan ên di navbera 2011-2014'an de yên ÎHD'ê, beşdarbûna civînên hin rêxistinên mafan û Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) derbarê Bîlîcî de lêpirsîn dabû destpêkirin. Di dawiya lêpirsînê de derbarê Bîlîcî de bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" îdianame hatibû amadekirin. Dadgeha Cezayê Giran a 5'an a Amedê jî piştî qebûlkirina îdianameyê 6 sal û 3 meh ceza li Bîlîcî birîbû.    Piştî biryara dadgehê parêzerên Bîlîcî îtiraz kiribûn û serî li Daîreya Ceza ya 2'yan a Edliye ya Herêmê ya Amedê dabûn. Daîreya Ceza jî di 21'ê Kanûna 2020'î de biryarên Dadgeha Bilind wekî emsal nîşan dabûn û bi hinceta "bêyî lêkolîn baş bên kirin cez hatiye birîn" biryara dadgeha herêmî xera kiribû.    Piştî vê biryarê Bîlîcî ji nû ve hatibû darizandin û tenê delîlek nû daxilî nav dosyeya Bîlîcî hatibû kirin. Delîla ku daxilî nav dosyeyê hatibû kirin jî wêneyê daxuyaniya li ber Edliyeya Amedê yê ya bi beşdarbûna Hevseroka KCD'ê Leyla Guven û Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Bûldanê di sala 2018'an de hatibû dayîn bû.    Heyeta dadgehê di danişîna 17'ê Îlona 2021'ê de cardin bi heman îdiayê 6 sal û 3 meh ceza li Bîlîcî birîbû. Piştî vê parêzerên Bîlîcî cardin ji bo îtirazê serî li Daîreya Ceza ya 2'yan a Dadgeha Edliye ya Herêmê ya Amedê dabûn.    Dadgeha Edliye ya Herêmê bi hinceta tu delîleke ji bo sûcê "endamtiya rêxistinê" tune ye cardin biryara dadgeha herêmî xera kir û carê biryara beraetê da.