Hevseroka DBP’a Amedê Seval Gulmez hat binçavkirin 2022-01-29 10:57:38   AMED - Polîsan avêt ser mala Hevseroka DBP’a Amedê Seval Gulmez û kirin binçavan.    Polîsan vê sibehê avêt ser mala Hevseroka Rêxistina Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) a Bajarê Amedê Seval Gulmez. Polîsan di çarçoveya lêpirsîna ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Amedê ve hatiye destpêkirin bi ser malê de girtin û lêgerîn pêk anîn. Polîsan piştî lêgerînê Gulmez kirin binçavan û birin Midûriyeta Polîsan a Amedê.    Nehat zanîn ku Gulmez ji ber çi sedemê kirine binçavan. Gulmez bi koronayê ketibû û îro çawa ku karantînaya wê bi dawî bû, polîsan avêt ser mala wê.    POLÎSAN AVÊTIBÛ SER DBP’Ê JΠ   Polîsan di 26’ê mehê de di çarçoveya lêpirsîna ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Amedê ve hatiye destpêkirin de bi ser avahiya Rêxistina DBP’a Amedê de girtibûn û saetan lêgerîn kiribûn. Polîsan di serdegirtinê de dest danîn ser alên Tevgera Jinên Azad (TJA), hin kovar, pirtûk û rojnameyan desteser kiribûn. Polîsan heman rojê avêtibû ser mala Gulmez jî. Lê ji ber ew li nexweşxaneyê tedawiya koronayê didît nehatibû binçavkirin.    DI ÎLONÊ DE HATIBÛ BERDAN    Gulmez di 5’ê nîsana 2021’an de bi 26 jinan re hatibû binçavkirin û pişt re hatibû girtin. Gulmez bi îdiaya “endama rêxistinê ye” hat darizandin û di danişîna ewil a dozê de di 6’ê îlonê de hatibû berdan.