Lêgerîna edaletê ya Malbata Şenyaşar di roja 327’emîn de ye 2022-01-29 11:33:39   RIHA - Malbata Şenyaşar a ku têkoşîna xwe ya edaletê bênavber didomîne vê peyamê belav kir: “Her çiqas daraz hesabê ji yên sûcên mirovahiyê kiribin nexwaze jî lê di wîjdana civakê de hatine mehkûmkirin.”    Nobeda Edaletê ya Emîne Şenyaşar û kurê wê Ferît Şenyaşar (Malbata Şenyaşar) a ku sê xizmên xwe di êrişa AKP’iyan de winda kirin, di roja 327’emîn de berdewam dike. Ji ber îro betlane ye malbat nehat ber Edliyeya Rihayê û li mala xwe ya li Pirsûsê nobedê berdewam kir. Malbat ji 9’ê Adarê ve li ber edliyeyê ye û xwesteka xwe ya temînkirina edaletê tîne ziman.    Malbatê li ser hesabê xwe yê medya dîjîtal vê peyamê parve kir: “Piştî qetlîma li ser malbata me pêk hat, tişta me fêm kir yasa li gorî kesan û li gorî bajaran diguhere.  Her çiqas daraz hesabê ji yên sûcên mirovahiyê kiribin nexwaze jî lê di wîjdana civakê de hatine mehkûmkirin.”