Esenturk: Divê em bi hev re têkoşînê birêxistin bikin 2022-01-29 11:47:56   ENQERE – Serokê Şaxa Federasyona Şoreşgerên 78’an a Enqereyê Huseyîn Esenturk bal kişand ser têkoşîna hevpar. Esenturk got ku ji bo hemû kes bi hev re lêdanê nexwe, divê têkoşîn bi hev re bê birêxistin kirin.    Nûnerên Partiya Kedê (EMEP), Partiya Karkerên Tirkiyeyê (TÎP), Partiya Azadiya Civakî (TOP), Partiya Komunistên Tirkiyeyê (TKP), Federasyona Meclisên Sosyalîst (SMF), Malên Gel û Partiya Kedkar a Tevgerê (EHP) li ser bangawaziya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), di 18’ê çileyê de hatin ba hev. Di hevdîtinê de nûnerên partiyan di van mijaran de li hev kir: “Domandina têkoşîna hevpar, berfirehkirin û bihêzkirina bingeha têkoşînê, diyarkirina mijarên têkoşîna hevpar, rê, rêbaz û plansaziya pratîzekirina van mijaran.”      ‘DIVÊ EM PIŞTEVANIYÊ BIKIN’   Têkildarî mijarê Serokê Federasyona Şaxa Federasyona Şoreşgerên 78’an a Enqereyê Huseyîn Esenturk axivî. Esenturk got ku têkildarî tifaqan li ser çapemeniyê gelek tişt tên gotin û wiha domand: “Li hêla din jî em bi partiyên behsê xeberê re hevdîtinan dikin bê ka nêrîna wan çawa ye. Divê mirov piştevaniyê bide hêzên ked û demokrasiyê ku bi hev re bixebitin. Divê em bên ba hev û têkoşînê bi hev re birêxistin bikin.”    Di berdewamê de jî Esenturk diyar kir ku hinek partî dudil nêz dibin û wiha pê de çû: “Bi ya min, divê hemû kesên li vê eniyê têdikoşin, bi hev re derdikevin kolanan û demokrasîxwaz bên cem hev. Federasyona 2 sal berê banga tifaqa demokrasiyê kiribû. Di dîroka Tirkiye-çep-sosyalîst de mînakên wiha hene.”   ‘POLÎTÎKAYA ÎNKARÊ KÊR NAYÊ’   Esenturk herî dawî jî wiha got: “Hinek rêxistinên ku bi dudilî nêzî tevgera kurdan dibin hene. Polîtîkayên li ser înkara kurdan bi kêr nayên. Bi milyonan kurd hene ku em bi hev re têkoşiya ne. Heta ku pirsgirêka kurd neyê çareserkirin, li vî welatî tu pirsgirêkek çareser nabin. Çareserkirina pirsgirêka kurd a bi rêyên demokratîk û aştiyane, dê rê li ber çareseriya pirsgirêkên din jî veke. Divê em netirsîn û mil bi mil vê têkoşînê bidomînin. Li hemberî gelan û demokrasiyê ev yek berpirsyariya me ye. Nexwe em nikarin li rûyê zarokên xwe binêrin.”    MA / Firat Can Arslan