Malpera rojnameya Yenî Yaşamê jî hat astengkirin 2022-01-29 13:14:05   STENBOL - Malpera rojnameya Yenî Yaşamê hat astengkirin.    Piştî astengkirina malpera rojnameya Xwebûnê vê carê malpera înternetê ya rojnameya Yenî Yaşamê jî hat astengkirin. Malpera rojnameyê ya bi navê “ yeniyasamgazetesi2.com” ji aliyê Saziya Ragihandin û Teknolojiya Zanînê (BTK) ya hejmar 490.05.01.2022-93448 a dîroka 28’ê çileya 2022’an hat astengkirin.