Xizmên Windayan aqûbeta Denîz û Taniş pirsîn 2022-01-29 14:08:32 AMED/ÊLIH - Xizmên windayan û Şaxa ÎHD’ê ya Amedê vê hefteyê aqûbeta Sekreter û Serokê HADEP’ê yên Silopiyayê Ebûbekîr Denîz û Serdar Taniş pirsîn. Di çalakiyê de hat gotin ku Denîz û Taniş li ser banga fermandarê qereqolê, diçin Fermandariya Cendirmeyan a Silopiyayê û ji wê rojê ve tu agahî jê nayên girtin.  Xizmên windayan û Şaxa ÎHD’ê ya Amedê ji bo winda bên dîtin û kujer bên darizandin, çalakiya xwe di hefteya 677'an de li pêş Bîrdariya Mafên Jiyanê ya Parka Koşuyolu berdewam kirin. Malbatan di çalakiyê de pankarta “Bila winda bên dîtin, faîl bên darizandin” vekirin û wêneyên windayan rakirin.     Di çalakiyê de xizmên windayan û rêveberên ÎHD’ê yên Amedê amade bûn. Serokê Şaxa ÎHD’ê Abdullah Zeytûn ewilî axivî û wiha got: “Têkoşîna me ya heqîqet û aştiyê di hefteya 677’an de didome. Ji bo aqûbeta kesên di salên 1990’î de bi zorê hatin windakirin ronî bibe û hesap ji wan bê pirsîn, bi salan e em tê dikoşin. Di pêşengiya dayikan de em di hefteya 677’an de carek din hewl didin vê êşê û vê heqîqetê bînin ziman.”   ‘FAÎL HATINE PARASTIN’   Di berdewamê de jî Zeytûn got li Tirkiyeyê ji ber ku li gorî pîvanên hiqûqa navdewletî gav nayên avêtin û li daraz li gorî pîvanê hiqûqê gavan navêje, heta niha faîl nehatin ronîkirin û nehatin darizandin. Zeytûn axaftina xwe wiha domand: “Dijberî vê yekê, faîl hatine parastin. Li Tirkiyeyê bi taybetî di salên 1990’î de gelek mirov hatin revandin. Daraza di bin kontrola dewletê de ye, mixabin sûcê li dijî mirovahiyê tespît nekiriye û heqîqet ronî nekiriye. Bi rêbaza revandinê xwestin bi taybetî kurdan bêdeng bikin û bitepisînin. Mixabin heta niha bi rastiyê re rû bi rû nebûye. Em carek din darazê vedihewînin ku bi heqîqet û rastiyê re bê hemberî hev û rastiyê ronî bike. Hewldana me ya ji bo vê yekê dê bidome.”     ‘MIROV NIKARE QALA EDALETÊ BIKE’   Zeytûn diyar kir ku li Tirkiyeyê polîtîka li gorî ewlehiyê teşe digire û ev tişt anî ziman: “Lewma jî mirov nikare qala edaletê bike. Mirov nikare qala demokrasiyê bike. Minaka vê yekê ya herî nêz, rojên borî li Cizîrê polîsan bi maşîneya zirxî ciwanê 23 salî Abdulgaffar Dayan kuştin. Me Şaxa ÎHD’ê di rapora 14 salên dawî de jî aşkere kir ku her roj mirov bi panzêran û maşîneyên ewlehiyê tên kuştin. Em dixwazin ku êdî dawî li van polîtîkayên ewlehiyê bînin û careke din ev bûyerên bi êş pêş nekevin. Em dixwazin pirsgirêka kurd bi rêbazên çareseriya gerdûnî bên çareserkirin. Em diyar dikin ku pêwist e ev maşîneyên zirxî yên jiyana mirovan îhlal dikin derxînin derveyî qada jiyanê.”    AQUBETA DANIŞ Û DENÎZ PIRSÎN     Piştî Zeytûn, Endamê Komîsyona Windayan Firat Akdenîz jî çîroka Sekreter û Serokê HADEP’ê yên Navçeya Silopiyayê Ebûbekîr Denîz û Serdar Taniş xwend. Akdenîz, anî ziman ku çalakiya xwe di hefteya 677’an de berdewam dikin û vê hefteyê cih didin windakirina Serdar Taniş û Ebûbekîr Denîz. Akdenîz got ku di 25’ê çileya 2001’an de Fermandarê Cendirmeyan a Silopiyayê bi telefonê li Serdar Taniş û Ebûbekîr Denîz digerin û dixwazin biçin Fermandariya Cendirmeyan û wiha domand: “Serdar Taniş û Ebûbekîr Denîz, li ser banga fermandarê qereqolê diçin Fermandariya Cendirmeyan a Silopiyayê û carek din agahî ji wan nehat girtin.”    ÊLIH   Xizmên windayan û endam û rêveberên Şaxa ÎHD’ê li Êlihê jî di hefteya 514’emîn de li pêşiya Bîrdariya Mafên Mirovan a li Cadeya Gulistanê çalakiya xwe kir. Di çalakiyê de pankarta ‘Bila winda bên dîtin û kujerên wan bên darizandin’ û wêneyên windakiriyan hatibûn vekirin. Di çalakiyê de endama ÎHD’ê Şîrîn Seçkîn axivî û xwest ku kesên hatine windakirin bên dîtin û kujerên wan bên darizandin.    SERPÊHATIYA MALTU HAT VEGOTIN   Di çalakiya vê hefteyê de serpêhatiya Mehmet Şîrîn Maltu yê 17 salî hat vegotîn û çalakvanan aqûbeta wî pîrsîn. Maltu, di çileya 1995’an de li mezraya Zerbiya ya Hezo ya Êlihê di encama serdegirtina malê de hat binçavkirin û ev 27 sal in agahî jê nayên girtin.