Jiyana girtiya nexweş Tokmak bi xetereyê re rûbirû ye 2022-01-29 14:53:27 STENBOL - Endama MYK’a ÎHD’ê Leman Yurtsever diyar kir ku jiyana girtiya nexweş Fatma Tokmak di bin xetereyê de ye û xwest demildest were berdan.  Komîsyona Girtîgehan Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Şaxa Stenbolê ji bo balê bikişîne ser rewşa girtiyên nexweş wek her hefteyê çalakiya “Rûniştina F” di hefteya 514’emîn de li avahiya komeleyê li dar xist. Endamên komîsyonê beşdarî daxuyaniyê bûn û vê hefteyê bal kişandin ser rewşa girtiya nexweş Fatma Tokmak a li Girtîgeha Bakirkoyê ya Jinan. Di daxuyaniyê de pankarta “Bila girtiya nexweş Fatma Tokmak were berdan” daliqandin.    'TÎPÊN S FIKARAN ZÊDE DIKIN’    Endama Desteya Rêveberiya Navenda (MYK) ya ÎHD’ê Leman Yurtsever bi bîr xist ku îqtidarê ragihandiye wê di sala 2022’yan de 36 heb girtîgehên nû çêbike û bi vê yekê re wê li girtîgehan pirsgirêk zêdetir bibin. Yurtsever anî ziman ku niha girtîgehên Tîpa S tên çêkirin û got: “Ev girtîgehên nû yên Tîpa S fikaran zêdetir dikin.”    GELEK NEXWEŞÎN LÊ HENE    Yurtsever destnîşan kir ku girtiya nexweş Fatma Tokmak rewşa wê giran e û nexweşînên wek dil, astim û hipertansiyon pê re hene û her wiha li gel van nexweşînan jî nexweşiya diran, reşûşînbûna laşê wê, êşên giran û her tim ji ser hişê xwe diçe. Yurtsever diyar kir ku Tokmak her çiqas di sala 2006’an de ji ber nexweşînan hatiye berdan jî lê piştî ku Dadgeha Bilind cezayê wê erê kiriye di sala 2021’an de hatiye girtin û ji wê demê ve di Girtîgeha Bakirkoyê de ye û her ku çû nexweşîn lê peyda û giran bûn. Yurtsever anî ziman ku ji ber nexweşînan jiyana Tokmak bi xetereyê re rûbirû ye.    ATK BERDANA WÊ RED DIKE    Yurtsever da zanîn ku Saziya Tiba Edlî (ATK) tevî hemû raporan jî berdana Tokmak asteng dike û her çiqas serldana ji bo berdanê tê kirin jî tê redkirin û daxwaz nayên qebûlkirin. Yurtsever diyar kir ku di 12’ê çile de rewşa Tokmak giran dibe û wê rakirine nexweşxaneyê lê tevî ku karûbarên dê li nexweşxaneyê bê razandin jî lê şûn ve vegerandine girtîgehê. Yurtsever got her ku diçe rewşa Fatmayê giran dibe û jiyana wê di bin xetereyek giran de ye û xwest demildest were berdan.