Qeyûm xwedî li projeyên nelirêtiyê derket 2022-01-29 16:06:53   MÊRDÎN – Qeyûmê Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê Mahmût Demîrtaş, di dosyeya ku pêvajoya rêveberiya qeyûman vedibêje de neçar ma ku xwedî li projeyên bi nelirêtiyê bûbûn rojev, derkeve.    Wezareta Karên Hundir a Tirkiyeyê di 19’ê tebaxa 2019’an de qeyûm tayînî Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê kiribû. Waliyê bajêr Mahmût Demîrtaş jî wek qeyûm hatibû tayînkirin. Ji bo vegotina xebatên rêveberiya qeyûm, Demîrtaş bi çend rojnamegeran re civiya. Qeyûm Demîrtaş dosyayek pêşkeşî rojnamegeran kir. Qeyûm Demîrtaş di dosyaya xwe de qala qeyûmê beriya xwe Mûstafa Yaman nekir û pêvajo ji 22’yê hezîranê da destpêkirin.   QENCIYA BUDÇEYÊ YA BO QEYÛM   Di dosyayê de rapora rewşa malî hatibû diyarkirin lê belê qala deynên şaredariyê nehatiye kirin. Her wiha xuya bû ku budçeya ji budçeya giştî tê peydakirin du qat zêdetir bûye û ev budçe ji hêla Wezareta Karên Hundir ve hatiye qebûlkirin. Li gorî daneyên di dosyayê de, budçeya şaredariyê di salên 2018, 2019 û 2020’an de li gorî rêzê 465 hezar, 425 hezar û 430 hezar lîra bûn. Lê ev budçe di sala 2021’an de bûye 605 hezar û di sala 2022’yan de mîlyarek TL derbas kiriye.    PROJEYÊN NELIRÊTIYÊ   Derket holê ku karên di 5 salên rêveberiyên qeyûman de hatine kirin, tevek jî dişibin hev. Di dosyayê de tê gotin ku di sala 2022’yan de şaredariyê de bi giştî 85 proje pêş xistine ku dihat payîn ji van projeyan 43 jê di sala 2022’yan de dê bihatina çêkirin, 9 jê di pêvajoya îhaleyê de ne û 33 proje jî hatine temamkirin an jî çêkirina wan hêj berdewam e. Balkêşe ku projeyên wek hatine temamkirin an jî çêkirina berdewam dike, beriya niha derketibû holê ku tê de nelirêtî hatiye kirin. Projeyên rêyan jî ku di dema qeyûm Mûstafa Yaman de tevî nehatibûn çêkirin jî weke ku hatibin çêkirin nîşan dabûn û di encama lêpirsînê de hat tespîtkirin ku nelirêtî tê de hatiye kirin, di dosyaya qeyûm Demîrtaş de hatiye destnîşankirin.   Qeyûm Demîrtaş di dosyaya xwe de cîh da projeyên ku di dema qeyûm Yaman de hatine çêkirin lê piştre xera bûyîn û dîsa hatine çêkirin jî. Aşkere bû ku navê Projeya Bexçeyên Tîk hatiye guherandin û bi sê qat bihatir hatiye çêkirin. Di heman demê de projeya meydan û otoparkê ku silûetê dîrokî ya Mêrdînê xerab dikin jî weke projeyên nû hatin pêşkeşkirin.