Xelkê Amedê: Ji ber kurdbûnê wesayîtên zirxî li zarokên me diqelibînin 2022-01-30 09:09:55   AMED - Piştî kuştina Abdulgaffar Dayan ê li Cizîrê bi wesayîta zirxî hat kuştin, bûyerên wesayîten zirxî dîsa ketin rojevê. Xelkê Amedê, derbarê bûyerên wesayîtên zirxî de bertek nîşan dan û gotin sedema kuştina welatiyan ji ber nasnameya wan a kurdbûnê ye.    Li navçeya Cizîrê ya Şirnaxê wesayîta zirxî li xwendekar Abdulgaffur Dayan (23) di 24’ê çileyê de dema li ser pira kevn diçû dersxaneyê, wesayîta zirxî ya bi cureya Ranger lê hat qelibandin û piştî du rojan jiyana xwe ji dest da.   Beriya Dayan jî di meha îlonê li navçeya Hezexa Şirnexê Mîraç Mîroglu yê 7 salî jî wesayîta polîsan lê qelibandibûn û jiyana xwe ji dest dabû. Di nava 14 salên dawî de li bajarên bakurê Kurdistanê 20 jê zarok 41 kesan di encama lê qelibandina wesayîtên zirxî de jîyana xwe dest dane.     Tevî van bûyeran jî li bajar û navçeyên bakurê Kudistanê weseyîtên zirxî bênvber li kuçe û cadeyên navçe û bajaran digerin û dibin sedemên fikaran. Yek ji van bajaran jî ku gelek bûyerên wesayîtên zirxî lê qewimîne Amed e. Piştî kuştina Dayan, bûyerên wesayîtên zirxî dîsa ketin rojevê. Me van bûyerên wesaayîtên zirxî ji xelkê Amedê pirsî.    ‘NEWELATÎ DEWLET SÛCDAR E’    Welatiyê bi navê Bariş Durçapan destnîşan kir ku sedama van kuştinan ew e ku ji ber nasnamêya kurdbûnê ye û di nava çend salên dawî de zarok jî di nav de gelek welatî bi wesayîtên zirxî hatin kuştin. Durçapan got: “Dewlet nasnamêya kurdan wek ‘terorîst’ dibîne. Em kurd azadiyê dixwazin. Van bûyerên wesayîtên zirxî nayên astengkirin. Kujer bêceza tên hiştin. Dewlet sûcdar e.”    ‘EM WESAYÎTEN ZIRXÎ NAXWAZIN’    Serdal Fîdancî jî derbare mijarê de diyar kir ku li Amedê wesayîten zirxî li tax, cade û kuçeyan bil ez diçin û tên û got: “Em weseyîten zirxî naxwazin. Ev wesayîtên zirxî nahêlin zarok ji xwe re bileyizin û azad bijîn.”    'CIHÊKARÎ HEYE’    Ferhat Sure jî destnişan kir ku wesayîten zirxî li bajarên wek Îzmîrê, Antalyayê û Stenbolê li kuçe û kolanan de naçin û nayên û got: “Dibêjin ‘ji bo ewlehiyê wesayîten zirxî li vir hene’. Baş e çima li bajarên tirkan rojek kesek nayê kuştinê. Hûn dikarin li wan bajaran jî ji bo ‘ewlehiyê’ wesayîtên zirxî biajon. Lê demokrasî tune ye, cihêkarî heye. Dibêjin ‘em hemû hek in û di navbera me de cihêkarî tune ye’. Lê eger em hemû yek bin çima tenê ciwan û zarokên me tên kuştin?”    ‘DEWLET KUJERAN BÊCEZA DIHÊLE’    Oktay Harman jî bal kişand ser polîtîkayên dewletê yên bêceza hiştina kujeran û got: “Li kuçe û kolanên me tije zarok û extiyar hene. Xeta ne yên welatiyan e, xeta ya dewletê ye. Dema em dengê xwe radikin, serê sibehê polîs li ber deriyê me ne û êrişî me dikin. Lê dema polîsên dewletê kesekî dikujin û tiştekî dikin nayên cezakirin. Dewlet kujeran diparêz e û ceza nake. Eger zarokek were kuştin û kujerê wî ceza negire, di vir de dewlet sûcdar e.”    ‘HEWCEYÎ BI WESAYÎTÊN ZIRXÎ TUNE YE’    Ferhat Başari jî anî ziman ku tu hewcedarî pê tune ye ku ewqas wesayîten zirxî li kuçe û kolanên bajarên bakurê Kurdistanê bigerin û got: “Li her kolanê wesayîten zirxî hene. Hewcedarî jî pê nîne lê dîsa li ser hev ev maşîneyên zirxî digerin. Divê kujer bêceza neyên hiştin. Dema kujer neyên cezakirin, pêşî li van kuştinan jî nayê girtin.”