Kamaç: Bêhiqûqîtiya herî mezin li Îmraliyê ye 2022-01-30 09:11:48   WAN - Serokê Giştî yê PÎA'yê Mehmet Kamaç, diyar kir ku bêhiqûqîtiya herî mezin li Girtîgeha Îmraliyê rû dide û got: "Polîtîkaya tecrîdê li tevahiya girtîgehan belav bûye. Dixwazin girtîgehan veguherînin Kampa Gûantanamoyê."    Tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan didome. Bi vê re binpêkirinên mafan ên li tevahiya girtîgehan jî her diçe zêde dibin. Serokê Giştî yê Partiya Însan û Azadiyê (PÎA) Mehmet Kamaç tecrîda li ser Ocalan, binpêkirinên mafan ên li girtîgehan û Nobeda Edaletê ya xizmên girtiyan nirxand.    BÊHIQÛQÎTIYA LI ÎMRALIYÊ   Kamaç, diyar kir ku li Tirkiyeyê di warê mafên mirovan de gelek binpêkirin rû didin û ev yek herî zêde li girtîgehan rû dide. Kamaç, destnîşan kir ku hiqûq ji bo mirovan temînata jiyanê ye û bal kişand ser Girtîgeha Îmraliyê. Kamaç, bilêv kir ku bêhiqûqîtiyên herî mezin li Girtîgeha Îmraliyê rû didin û got: "Tecrîda li Îmraliyê êdî meseleya maf û azadiyên mirovan jî derbas kiriye. Pêwendiya mirovan a bi civakê re di çarçoveyeke hiqûqî de hatiye diyarkirin. Lê di demên dawî de ew polîtîkaya tecrîdê ya li Îmraliyê li tevahiya girtîgehên Tirkiyeyê belav bûye."    ‘TU HÊLEKE WÊ YA HIQÛQÎ TUNE YE'   Kamaç, diyar kir ku bi polîtîkayên tên kirin re girtîgeh veguherîne Kampa Gûantanamoyê û pratîkên rû didin jî vê yekê nîşan didin. Kamaç ku got "Çi dibe bila bibe canê mirov, tenduristiya mirov, mafên sereke yên mirovan di ser her tiştî re ne" bal kişand ser rewşa Cîgira Hevserokatiya Giştî ya HDP'ê ya berê Aysel Tûglûkê. Kamaç, diyar kir ku tenduristiya Tûglûkê xirabtir bûye û got: "Tenduristiya van mirovan tê paşguhkirin, bi israr di girtîgehan de tên ragirtin. Ev li dijîpergala hiqûqê ya heyî ya Tirkiyeyê ye. Ya ku ewilî bi ber çavan dikeve ev e; mirov dibêje qey li Tirkiyeyê dixwazin girtîgehan veguherînin Kampa Gûantanamoyê. Bi vê re mafên sereke yê jiyanê û mafên din tên binpêkirin. Ji xeynî vê girtiyên ku cezayên wan qediyane û nayên berdan jî hene. Tu hêleke hiqûqî ya van pêkanînan tune ye, pêkanînine kêfî ne."    NOBEDÊN EDALETÊ   Kamaç, bal kişand ser Nobeda Edaletê ya malbat Şenyaşarê, Nobeda Edaletê ya malbata Gulîstan Dokûyê û Nobeda Edaletê ya xizmên girtiyan a li Amed û Wanê jî û got: "Naxwazin dengê malbatên di Nobeda Edaletê de bê bihîstin. Çi dibe bila bibe ji bo bihîstina dengê van malbatên me û mirovanên me berpirsiyarî dikeve ser milê hemû derdorên civakê. Ji bo vê jî pêdivî bi hêzeke yekbûyî heye. Sibeya vî tiştî tune ye. Li ku bêedaletî hebe, li wir zilm jî heye. Tekane rêya jiholêrakirina vê zilmê jî, avakirina atmosfereke edaletê ya bi hev re ye."    MA / Dîndar Karataş