Hevşaredarê hat berdan: Dadger got, ez mecbûr im we bigirim 2022-01-30 09:13:14   RIHA - Hevşaredarê Xelfetiyê Mûstafa Bayram ku qeyûm tayinî şûna wî hatibû kirin û 5 sal û 2 meh di girtîgehê de mabû, anî ziman ku dadgerê derbarê wan de biryar daye gotiye: "Ez mecbûr im derbarê we de biryara girtinê bidim, lê ev nayê wateya ku hûn sûcdar in."    Di 23'yê Kanûna 2016'an de qeyûm tayinî Şaredariya Xelfetî ya Rihayê ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) hatibû kirin. Beriya qeyûm bê tayinkirin Hevşaredar Mûstafa Bayram di 2'yê Kanûna 2016'an de bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" hatibû binçavkirin û di 2'yê Kanûnê de jî hatibû girtin. Dadgehê 9 sal û 4 meh û 15 roj ceza li Bayram birîbû. Piştî Dadgeha Îstinafê ceza erê kiribû, parêzerên Bayram dosye ji Dadgeha Bilind re şandibûn. Dadgeha Bilind jî diyar kiribû ku cezayê hatiye birîn pir e û ceza daxistibû 7 sal û 9 meh û 10 rojan. Bayram, piştî 5 sal û 2 mehan hat berdan.    Bayram, girtina siyasetmedarên kurd, polîtîkaya qeyûm û binpêkirinên mafan ên li girtîgehan ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re nirxandin.      ‘EZ MECBÛR IM WE BIGIRIM'   Bayram, bibîr xist ku hevşaredar di çarçoveya dosyeyên dozgerên bi sûcê cemaetê hatine girtin de hatine girtin û got: "Kesên em dan girtin, em li girtîgehê rastî wan hatin. Li wir me sedema vê ji wan pirsî. Gava me pirsî 'Çima we tiştekî wiha kir?' Gotin, 'Me karê xwe kir.' Çendî gotin 'Me karê xwe kiriye' jî, lê asas a ku kirin darizandineke dûrî rastiyê bû. Her kes dizane ku em bi talîmatan hatine binçavkirin. Gava em çûn dadgehê, serokê dadgehê ji me re got, 'Ez mecbûr im derbarê we de biryara girtinê bidim, lê ev nayê wateya ku hûn sûcdar in.' Di dema darizandinê de rayedarên TEM'ê jî li wir bûn. A rast dihat fêmkirin bê çima mecbûr bûn."    ‘VÎNA GEL HEDEF HAT GIRTIN'   Bayram, destnîşan kir ku polîtîkaya tayinkirina qeyûman derbeya li vîna gel e û got: "Gava qeyûm hatin, nirxên gel hedef girtin. Ji dêvla xizmetê, karên dijî gel kirin. Gava em bi hilbijartinê hatin ser kar me kesî ji kar dernexist û me li nasnameya kesî mêze nekir. Lê têkiliyên me yên bi gel re, îqtidarê nerihet kirin. Piştî tayinkirina qeyûm gelek kes ji kar hatin derxistin û ev kes mehkûmî birçîbûnê hatin kirin. Beriya qeyûm deynên şaredariya me tune bûn, lê niha şaredarî di nav deynan de ye."    BINPÊKIRINÊN MAFAN ÊN LI GIRTÎGEHAN   Bayram, destnîşan kir ku biryarên derbarê siyasetmedarên hatine hilbijartin de bi "talîmatê" hatine dayîn û piştî hatine girtin jî binpêkirinên mafan bi talîmatê hatine zêdekirin. Bayram, bilêv kir ku di 5 sal û 2 mehên girtîgehê de bi gelek binpêkirinên mafan re rû bi rû maye û got: "Di demên dawî de êrişên li ser girtiyan bi konseptekê hatin zêdekirin. Hema bibêje her roj cezayên dîsîplînê li girtiyan tên birîn. Hemû girtî bi pêkanînên kêfî re rû bi rû dimînin. Gelek kes ji ber şert û emrcên nebaş ên girtîgehê nexweş diekvin û ev nexweşînên wan vediguherin nexweşînên kronîk. PIştî şewbê hemû çalakiyên civakî hatin qedexekirin. Piştî qedexekirina van çalakiyan me jî ji bo moralê me baş bibe me kilam digotin, govend digerand. Lê ji ber vê jî cezayên dîsîplînê li me hatin birîn."    Bayram, di dawiya axaftina xwe de destnîşan kir ku divê her kes bibe dengê girtiyan û got: "Ji bo bên berdan çi ji destê me bê divê em bikin."    MA / Emrûllah Acar