Midura Karên Nivîsê ya Xwebûnê: Bi biryara astengkirinê re kurdî hedef hat girtin 2022-01-30 15:29:02   AMED - Midura Karên Nivîsê ya Xwebûnê Elîf Can Alkan, diyar kir ku bi astengkirina malpera wan kurdî hedef hatiye girtin û ev tişt got: "Dixwazin kurdî bikin kontrola xwe."   Di 29'ê çileyê de ji aliyê Serokkomariyê ve derbarê xebatên weşan û çapkirinê de giştînameyek hat weşandin. Di giştînameya ku bi îmzeya Serokê Giştî yê AKP'ê Tayyîp Erdogan hat weşandin de hat diyarkirin wê weşanên ku bê tespîtkirin "nirxên civakê hedef digirin" û bernameyên televîzyonan ên  lêanînên biyanî ku li ser civakê bandorên neyînî çêdikin gavên "berterefkirin" bên avêtin. Piştî weşandina vê giştînameyê malperên Rojnameya Xwebûnê û Rojnameya Yenî Yaşamê hatin astengkirin. Astengkirina Rojnameya Xwebûnê ku ji 22'ê qanûna 2019'an ve dest bi weşanê kiriye û bi zaravayen kurmancî û kirmanckî yên kurdî weşana didomîne bû sedema bertekan. Rojname, bi navnîşana "xwebun1.com" weşana xwe didomîne.    idura Karên Nivîsê ya Xwebûnê Elîf Can Alkan, astengkirina rojnameya wan nirxand.    KURDÎ DI HEDEFÊ DE YE   Elîf Can Alkan, diyar kir ku bi giştînameyê hemû weşanên muxalîf hedef hatine girtin û wiha got: "Di serî kurdî desthilat dixwaze hemû weşanên muxalîf bêdeng û qedexe bike. Piranî jî li ser kurdî radiwestin. Herî zêde jî Xwebûn tê sansurkirin. Lê wê bi vê bi sînor nemînin. Lewre hemû kesên li dijî wan di hedefê de ne. Kurdî bi salan e bi qedexeyan re têdikoşe û her qanûna nû ku derdikeve kurdî hedef digire. Piştre ev direjî hemû çapameniya muxalîf dibe û tev tên qedexekirin."   'DIXWAZIN KURDÎ BÊDENG BIKIN'   Di berdewama axaftina xwe de bal kişand ser kampanya ji bo dersên bijarte yên kurdî û têkildarî mijarê ev nirxandin kirin: "Ji aliyekê ve ji bo dersên bijarte yên kurdî bang tên kirin û ji aliyekê ve jî Xwebûna bi kurdî tê qedexekirin. Di ser serdên kurdî de dixwazin xwe hinek şêrîn nîşan bidin. Lê bi qanûnê ku derdixin jî dixwazin weşanên kurdî bêdeng bikin. Di rastiyê de dixwazin kurdî bikin bin kontrola xwe. Weke ku tenê ew kurdî diparêzin. Dixwazin mirovan bi 2 saet dersan bixapînin. Lê weşanên ku 24 saet bi kurdî karê ragihandinê dikin digirin."   PLATFORMA NETEWEYÎ   Alkan, da zanîn ku rexmî hemû zextan jî weşana xwe didomînin û bi van gotinan qala girîngiya Rojnameya Xwebûn kir: "Me di şertên herî zehmet de dest bi weşanê kir. Em ji bo xwedî derketina nirxên ku kurdan heta îro dane hev  xebat dikin. Em li ser vê rêyê têdikoşin. Em bi xwedîderketina li kurdî dixwazin tunebûna ziman asten bikin. Em bi vî rengî dixwazin xwe bigihînin gelê kurd. Xwebûn ji bo her çar parçeyên Kurdistanê platformeke neteweyî ye. Xwebûn derdên Kurdistanê ji herkesî re radigihîne. Em daneheva nirx^ne sed salan bi weşanên xwe digihînin demên pêş û gel jî bi vê hişmendiyê me dişopîne. Ji ber vê Xwebûn ji bo Kurdistanê girîng e.”   BANGA XWEDÎ DERKETINÊ   Di dawiya axaftina xwe de Alkan, destnîşan kir ku wê dev ji nivîsandina heqîqetê bernedin û banga xwedî derketina li Xwebûnê kir.    MA / Eylem Akdag