Girtiyê 30 salan Bîlgîn jiyana xwe ji dest da 2022-01-30 16:40:12   ENQERE - Girtiyê 30 salan Mehmet Hanîfî Bîlgîn, li Girtîgeha Tîpa F a Bolûyê jiyana xwe ji dest da.    Mehmet Hanîfî Bîlgîn ku 30 sal bûn girtî bû, li Girtîgeha Tîpa F a Bolûyê jiyana xwe ji dest da. Rêveberiya girtîgehê, derbarê mirina Bîlgîn de li malbata wî geriya û angaşt kir ku Bîlgîn ji ber "qrîza dil" jiyana xwe ji dest daye û ji bo otopsiyê cenazeyê wî rakirina Saziya Tipa Edlî (atk) ya Enqerê. Malbata Bîlgîn, ji bo girtina cenazeyê Bîlgîn ji Çewlikê hat Enqerê. Parlamenterê HDP'ê yê Çewlikê Erdal Aydemîr û parêzerê Şaxa Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) Kenan Maçoglû bi malbatê re çûn ber derê ATK'ê.    Karê otopsiyê yê Bîlgîn li ATK'ê didome. Hat hînbûn ku wê malbata Bîlgîn piştî otopsiyê dê cenazeyê Bîlgîn bibe Çewlikê.    Bîlgîn ku ji navçeya Dara Hênê ya Çewlikê ye tenê 5 meh ji berdana wî re mabû. Hat diyar kirin Bîlgîn ku 29 sal û 5 meh bûn girtî bû 3 sal berê qrîza dil derbas kiriye.