'Wê qrîza çandiniyê bi polîtîkayên demokratîk çareser bibe' 2022-01-30 17:13:25   AMED- Komeleya Ekolojiyê û Odeya Endezyarên Çandiniyê ya Amedê, bi sernavê "qrîza çandinî û xurekê’ panelek li dar xistin.    Komeleya Ekolojiyê û Odeya Endezyarên Çaniniyê ya Amedê, bi sernavê "qrîza çandinî û xurekê’ li avahiya Şaxa Yekemîn a Sendîkaya Kedkarên Zanistî û Perwerdeyê (Egîtîm Sen) ya Amedê, panel li dar xistin. Di panelê de Çîlem Aydinê moderetorî kir û Hevseroka Odeya Endezyarên Çandiniyê ya Amedê Serpil Kiyar û Nivîskarê Çandiniyê û Cotkar Abdûllah Aysû jî li ser qirîzê çandinî û xurekê nirxandin kirin.    DERKETINA JI QRÎZÊ TERKKIRINA POLÎTÎKAYÊN NEOLÎBERAL E   Di panelê de destpêkê Serpîl Kiyar axivî û behsa dîroka çandiniyê kir. Kiyar, da zanîn ku bi dewletbûnê re serweriya ser xurekê ava bûye û wiha got: "Piştre bi pergala kapîtalîst a hilberandinê re xurek yekdest bûye û veguheriyaye qrîzê. Derketina ji qrîza xurekê bi dawîbûna polîtîkayên neolîberal re pêkan e.    ÇARESERKIRINA QRÎZÊ   Nivîskar Abdûllah Aysû jî bi bîr xist ku ji sala 1929'an şûn ve Tirkiyeyê di çandiniyê de derbasî polîtîkayên dewletîbûnê bûye û bi avakirina bûrjûvaziyê re dewlet hin sazî ava kirine û wiha got: "Belavkirina penaberên balkanan ên li Anatoliyayê encama vê polîtîkayê ye. Qrîza çandiniyê wê bi polîtikayên demokratîk, serbixwe û civakî yên çandiniyê çareser bibe.