Cenazeyê Bîlgîn wê li Çewligê were veşartin 2022-01-30 19:20:33   ENQERE - Kirariyên otopsiyê yên girtî Mehmet Hanîfî Bîlgîn ê jiyana xwe ji dest da bi dawî bûn. Cenazeyê Bîlgîn ê birin morga Goristana Karşiyakayê, wê ji bo veşartinê sibê bibin Çewligê. Kirariyên otopsiya cenazeye girtî Mehmet Hanîfî Bîlgîn ê serê sibê li Girtîgeha Tîpa F a Bolûyê jiyana xwe ji dest da, yên li Saziya Tiba Edlî (ATK) ya Enqereyê bi dawî bûn. Cenazeyê Bîlgîn wê îşev li morga Goristana Karşiyakayê were sekinandin. Malbata Bîlgîn wê sibê saet 08.00’an de cenaze bigirin û bibin Çewligê. Malbat wê cenazeyê Bîlgîn li navçeya Dara Hênê veşêrin.