‘Serok endamên Meclîsê, endamên Meclîsê serok sûcdar kirin’ 2022-01-31 09:00:56 MÊRDÎN - Komîsyona Venêrîna Malî ya Şaredariya Artûklû ya AKP’î diyar kir ku ji bo xerckirinên keyfî û nelirê neyên tespîtkirin, xebatên wan tên astengkirin. Şaredar Abdûlkadîr Tûtaşi jî endamên Meclîsa Şaredariyê ku giliya wî li Serokkomar kirin, sûcdar kirin.  Komîsyona Venêrîna Malî ku bi biryara Meclîsa Şaredariya Artûklû ya AKP’î ya Mêrdînê hat avakirin, di hefteya ewil a meha Çileyê de dest bi xebatên xwe kirin. Hat diyarkirin ku xebatên komîsyona ji endamên AKP’ê û HDP’ê pêk tê ji aliyên midurên yekeyan ve tên astengkirin. Endamên komîsyonê bi lêv kirin ku bi rêya personelên ku Tûtaşi peywîrdarkirine hewl tê dayîn ku xebatên wan bên sabotekirin. Endamên komîsyonê diyar kirin ku bi zextên li komîsyonê tên kirin, dixwazin ku xerckirinên keyfî û nelirê neyên tespîtkirin.   TÛTAŞI ENDAMÊN AKP’Ê SÛCDAR KIRIN   Şaredar Tûtaşi yê ajansa me xwe gihand wî têkildarî mijarê axivî û endamên Meclîsa AKP’ê sûcdar kirin. Tûtaşi yê bersiva sûcdariyan da wiha got: “Ez wan ji xwe nabînim. Tên li wê derê rûdinin û diçin. Zexteke çawa min li wan kiriye? Belgeya ku dixwazin nikariye wergirin? Ez van çîrokan cîdi nagirim.” Tûtaşi, diyar kir ku endamên Meclîsa AKP’ê giliya wî li Serokkomar Tayyîp Erdogan kirine û wiha berdewam kir: “Kes nema ku giliya min li wan nekirine. Min jî ji Serokkomar re kiryarên wan û paşeroja wan a berê vegot. Qet ne xema min e. Ez tu bertekan nîşanî tû nûçeyan nadim. Heta îro ez neçûme odeya wan. Personel xwestin, personelê wan di deriyê wan de ye. Midûrê ku dixwazin bang lê dikin.”   Tûtaşi, ê ji bo endamên Meclîsa AKP’ê got “nikarîn tiştê ku li bendê bûn bigirin” wiha pê de çû: “Hinek hene îhaleyan dixwazin, hinek hene dixwazin kurê wan bigirim kar, hinek kes jî hene dibêjin ‘vê bike’. Pirsgirêkeke min bi wan re nîne. Weke endamekî meclîsê yê normal tên. Em civîna xwe li dar dixin û derdikevin. Tiştên dixwazin qebûl dikin yên naxwazin qebûl nakin. Me li dijî tu biryaran li ber xwe nedaye. Em rojevê jî bi hev re diyar dikin. Min dikin hedef. Ev endamên komîsyonê çiqas ji karê maliyeyê fêm dikin. Divê ev vî karî bizanin. Ez naxwazim wan biçûk bixim, rêzê digirim. Zexteke çawa heye? Polîs hatiye, karmend hatiye, ez çûme, asta perwerdeya hevalên venêrîna malî dikin çiye? Divê di maliyê de yên ji maliyeyê fêm bikin, di înşaetê de yên ji înşaetê fêm bikin, di hiqûqê de jî yên ji hiqûqê fêm bikin hebin. Beriya 20 salan di meclîsê de 3 parêzer hebûn niha ew jî nînin. Ji wan bipirsin çi xwestine û nedane wan.”   MA / Ahmet Kanbal