Polîsan êrişî karkerên Farplasê kir: 200 kes hatin binçavkirin 2022-01-31 10:34:54   STENBOL – Karkerên Farplasê li dijî derxistina ji kar û mafên sendîqeyî dest bi çalakiya rawestandina hilberînê kir. Polîsan destwerdana çalakiyê kir û 200 karker binçav kirin. Tevî destwerdanê jî çalakî berdewam e.    Karkerên Febrîqeya Otomotîv a Farsplasê ku li Herêma Pîşesaziya Organîze ya Pîşesaziya Pisporî Peydakirina Otomotîv a Gebze ya Kocaeliyê (TOSB) ye, hefteyek berê ji ber heqdestê kêm û mafên sendîqayî dev ji kar berda bûn. Demên piştre karmendan soz dabûn ku dê li daxwazên endamên sendîqeya Bîrleşîk Metal-Îşê gundar bin lê piştre gelek karker ji kar derxistin.    Ji bo protestokirina hevalên xwe yên ji kar hatine derxistin, karkerên li febrîqeyê şevê din dest bi çalakiyê kirin. Karkeran, hilberîna li febrîqeyê rawestandin û li pêşiya febrîqeyê dest bi çalakiyê kirin. Karkerên li febrîqeyê hilberîn sekinandin û ji febrîqeyê derneketin. Karkerên ji kar hatine derxistin jî li pêşiya febrîqeyê dest bi çalakiyê kirin.    200 KES HATIN BINÇAVKIRIN   Bi destpêkirina çalakiyê re polîs hatin cihê bûyerê û destwerdan kir. Di encama destwerdanê de nûnerên sendîqayê jî di nav de bi giştî 200 kes hatin binçavkirin. Hinek karkerên ku bertek nîşanî destwerdana polîsan kir, ji bo protestokirina êrişa polîsan derketin serbanê febrîqeyê. Çalakiya karkeran a li pêşiya febrîqeyê didome.