Sancar: Em wan didarizînin 2022-01-31 12:06:27   ENQERE - Hevserokê Giştî yê HDP'ê Mîthat Sancar beriya rûniştina Doza Kobanê axivî û got: "Ya rast, em wan dadgeh dikin."    Danişîna 9'emîn a Doza Kobanê li Kampûsa Girtîgeha Sîncana Enqereyê tê lidarxistin. Danişîn li 22’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Enqereyê ku li Kampûsa Girtîgeha Sîncanê ye dê were birêvebirin. Hevserokên Giştî yên HDP’ê yên berê Selahattîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag, endamên Desteya Rêveberiya Navendî (MYK) a HDP’ê yên berê jî di nav de 21 jê girtî 108 siyasetmedar ji vê dozê tên darizandin. Parêzer, malbatên girtiyên tên darizandin û parlamenter û rêveberên HDP’ê dozê dişopînin.    Hevserokê Giştî yê HDP'ê Mîthat Sancar beriya destpêkirina danişînê li ber girtîgehê daxuyanî da çapemeniyê.   Sancar wiha got: "Danişînên dozê ku ji meha Nîsanê ve dewam dikin, weke mînakek ji bêedaletî û bêhiqûqiyê derbasî dîroka Tirkiye û cîhanê bûye. Eşkere ye ku darizandinek li dijî pîvanên gerdûnî ye. Li pîvanên hiqûqê yên herî biçûk ên li Tirkiyeyê jî nayê. Em bi kûmpasekê re rûbirû ne. Helwesta heyeta dadgehê, daxuyaniyên hevkarên desthilatdariyê yên têkildarî dadgehê li pêş çavan e. Ev yek jî armanca vê dozê bi rengekî şênber radixe pêş çavan."   'DOZA TOLHILDANÊ YE'   Sancar diyar kir ku ev doz li dijî HDP'ê dozeke tolhildanê û tasfiyekirina siyasî ye û got: "Hedef ne tenê HDP ye, êriş li dijî lêgerîna li edaletê, li dijî têkoşîna demokrasiyê û hesreta aştiyê tê kirin."   'HEVALÊN ME WAN DADGEH DIKIN'   Mîthat Sancar anî ziman ku rejîmeke wisa hatiye avakirin ku li salonên dadgehê li edaletê nikare bê gerîn û wiha got: "Hevalên me yên li salonên dadgehê têne darizandin, bi xurtî vê dozê û zîhniyeta li pişt wê dadgeh dikin. Hevalê me yên parêzer bi hemû hêza xwe dixebitin. Lê belê cihê ku edalet lê bê pêkanîn ne tenê ev der e. Em ê vê derê bişopînini, bala me wê li ser hemû bêhiqûqiyan be. Lê belê em ê têkoşîna xwe li her qadên jiyanê xurti bikin, mezin bikin û dewam bikin. Têkoşîna edaletê yek ji sedemên hebûnê yên HDP'ê ye. Bêyî edaletê aştî û demokrasî nabe. Ji ber vê yekê em ê lêgerîna edaletê ya li dijî Doza Kûmpasê ya Kobanê, hem li pêşiya dadgehê hem jî em ê li nava gel dewam bikin."