Hevseroka DBP'ê ya Amedê Gulmez hat berdan 2022-01-31 12:07:04 AMED - Hevseroka DBP'ê ya Bajar a Amedê Seval Gulmez ku hatibû binçavkirin, ji ber ku testa wê ya kovîd-19'ê pôzîtîk derket hat berdan. Hê jî 15 HDP'î di bin çavan de ne.    Hevseroka DBP'ê ya Bajar a Amedê Seval Gulmez ku di çarçoveya lêpirsîneke ku ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Amedê ve hatibû destpêkirin de di serdegirtina mala xwe de hatibû binçavkirin, hat berdan. Di 26'ê çileyê de piştî serdegirtina DBP'ê ya Amedê polisan bi ser mala Gulmez de jî girtibûn û xwestibûn wê binçav bikin lê ji ber ku bi kovîd-19'ê ketibû wê binçav nekiribûn. Di 29'ê çileyê de dema ku pêvajoya wê ya qarantînayê de qediya polisan bi ser mala wê de girtin û Gulmez binçav kirin.    Hat hînbûn ku dema binçavkirinê polisan ji bo kontrola tenduristiya Gulmez birine nexweşxaneyê û ji ber ku testa wê careke din pozîtîf derketiye wê berdane. Li gorî agahiyên ku ji parêzerê Gulmez hatin wergirtin, Gulmez bi angaşta "endamtiya rêxistinê" û "propagandaya rêxistinê" hatiye binçavkirin û 2roj in ku li emniyetê hatiye girtin îfade neda ye.    15 ciwanên HDP'î hê jî di bin çavan de ne.