Aysel Tugluk dê 3 hefteyan li ATK’ê bimîne 2022-01-31 14:05:09   ENQERE – Siyasetmedar Aysel Tugluk ku ji Doza Kobanê tê darizandin, dê 3 hefteyan li ATK’ê di bin çavdêriyê de bimîne. Daxwaza Tugluk ku êdî beşdarî danişînan nebe ji hêla dadgeriyê ve hatibû redkirin. Parêzerê Tugluk, Alî Bozan bertek nîşanî vê biryarê da û got: “Ev ne biryarekî mirovî û wijdanî ye.”   Bi destpêkirina êrişên DAIŞ’ê yên li dijî Kobanê, di 6-8’ê cotmeha 2014’an de gel daketibû qadan. Hevserokên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û endamên Lijneya Rêveberiya Navendî (MYK) jî di nav de, bi giştî derheqê 108 kesan de bi hinceta çalakiyên Kobanê doz hatibû vekirin. 9’emîn dirûşma Doza Kobanê îro dest pê kir.  Danişîna dozê ku ji hêla 22’yemîn Dadgeha Cezayên Giran a Enqereyê ve tê birêvebirin, li Kampûsa Girtîgeha Sîncanê pêk hat. Heverokê HDP’ê Mîthat Sancar, parlamenterên HDP’ê, endamên MYK’ê, endam û rêveberên Rêxistina HDP’ê ya Enqereyê û gelek kes jî di danişînê de amade bûn.    Siyasetmedarên ku li Girtîgeha Sîncanê tên ragirtin li eywana konferansê amade bûn û siyasetmedarên ku li girtîgehên cuda dimînin jî bi rêya Pergala Deng û Dîmen (SEGBÎS) beşdarî danişînê bûn. Danişîn bi tespîta nasnameyê dest pê kir û daxwazname û ewraqên li dosyayê hatine zêdekirin hatin xwendin. Di danişînê de hat ragihandin ku siyasetmedar Aysel Tugluk ji ber pirsgirêkên tenduristiyê dê 3 hefteyan di bin çavdêriya ATK’ê de bimîne. Her wiha hat destnîşankirin ku bersiva muzekereya bê ka ‘Gelo YPG di lîsteya terorê de ye yan na’ jî hatiye dayîn.    Parêzerên Tugluk daxwazname dabûn ku êdî Tugluk beşdarî danişînan nebe lê dozgeran xwest ku ji bilî pirsgirêkên tenduristiyê, ji bo rewşên din ev daxwaze were redkirin.   DAXWAZA WARESTE YA TUGLUK RED KIRIN   Şandeya dadgehê di biryara xwe ya navberê de bi hinceta ku siyasetmedar Aysel Tugluk parastina xwe nekiriye, daxwaza waresteyê ya Tugluk red kir. Lê belê ji ber ku Tugluk ber rewşa tenduristiyê ji ATK’ê randavû hilgirtiye û niha di bin çavdêriya wan de ye, ji bo vê danişînê bi destûr qebûl kir. Di heman demê de şandeyê daxwaza waresteyê ya endama MYK’a HDP’ê ya berê Berfîn Ozgu Kose erê kir.    ‘BIRYAREKÎ WIJDANÎ NÎNE’   Parêzerê Tugluk, Alî Bozan piştî biryara dadgehê mafê axaftinê hilgirt û wiha got: “Dev ji aliyê hiqûqî berde, biryara redkirina waresteyê ne biryarekî wijdanî ye û ne jî mirovî ye. ATK a Stenbolê biryarekî rast da. Dê muwekîla min vê hefteyê sewqî ATK a Stenbolê bê kirin. Di çarçoveya van rastiyan de daxwaza me ya waresteyê heye.”   Parêzerê Ertugrul Kurkçu, Mehmet Oruç jî da zanîn ku daxwaznameyên ji berê radest kiribûn qet nehatine xwendin. Oruç diyar kir ku di 10’ê tebaxê de daxwaznameyek dabû lê ev daxwazname nexistine nava dosyayê lewma jî di 11’ê çileyê de ji bo daxwaznameya 10’ê tebaxê dîsa daxwazname radest kiriye.    Danişîn dê piştî navbera saet û nîvan dîsa berdewam bike.